Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Li hemberî rewşeke neyinî wê tevgera azadiyê bersivê bide 16.03.2021

 

ÎDIAYÊN DER BARÊ JIYANA RÊBER APO DE
KCK: LI HEMBERÎ REWŞEKE NEYÎNÎ WÊ TEVGERA AZADIYÊ BERSIVÊ BIDE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê îdiayên li ser tendirustiya Rêber Apo ku li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir ku îdiyanên de rbarê tenduristiya Rêber Apo de cidî ne û wiha hat gotin:

Parêzeran bi awayekî lezgîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Gelê me jî li her derê daketiye qadan, dixwaze parêzer û malbata wî biçin serdana wî.

Ev nûçeyên têkildarî Rêber Apo cîddî ne û teqez divê werin zelalkirin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku dewleta tirk, CPT, Konseya Ewropa ji tenduristî û jiyana Rêber Apo berpirsyar in û wiha hat gotin:

Rêber Apo gotibû her rewşa neyînî ya li ser tendirustî û jiyana min divê siyasî were dîtin.

Dewleta Tirk û saziyên têkildar hişyar kiribûn.

Destnîşankiribû, ku divê gelê me jî van hêzan berpirsyar bibîne.

Li hemberî rewşeke neyînî wê gelê me û tevgera me bersivê bide.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DIVÊ MALBAT Û PARÊZERÊN RÊBER APO PÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN

KCK’ê bal kişand ser nûçeyên tên belavkirin û ev nirxandin kirin:

Rayedarên dewletê bi xwe bi salan berê gotibûn ew nikare ji wir sax derkeve û diyar kiribûn ku helwest û feraseta wan a li hemberî Rêber Apo çawa ye.

Berpirsariyeke dîrokî ye ku divê hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were û rewşa wî ya tendirustî û ewlehiyê were zelalkirin.

Gelê me, hemû dostên me û hêzên demokratîk divê serî hildin û têkevin têkoşîna wergirtina agahiyên zelal ên der barê tendirustiya Rêber Apo de.

Dema ku mesele Rêber Apo be ti daxuyanî ne ya bawerkirinê ye.

Divê teqez malbat û parêzerên Rêber Apo hevdîtina rûbirû pê re bikin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DIVÊ AGIRÊ NEWROZÊ BI PÊNGAVA AZADKIRINA RÊBERTIYÊ WERE GEŞKIRIN

KCK’ê destnîşan kir ku nûçeyên derbarê Îmraliyê nîşan daye ku pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di wextê de hatiye destpêkirin û wiha dewam kir:

Divê agirê Newroza 2021’ê weke pêngava azadkirina Rêbertiyê were geşkirin.

Gelê me yê ku li her derê Newrozê pîroz dike, divê Newrozê veguherîne têkoşîna azadiya Rêber Apo.

Jixwe azadiya Rêber Apo û ya gelê me bûye yek.

Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadkirina Rêber Apo û ya Kurdistanê divê bibe hedefa pêşî.

Gelê me heta ku têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo agahiyeke eşkere û zelal bigire, divê çalakiyên xwe yên di vî warî de bênavber bidomîne.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
EM DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê HIŞYAR DIKIN

KCK’ê desthilata AKP-MHP’ê jî hişyar kir û wiha hat gotin:

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo berpirsyar e.

Lewma em desthilatdariyê hişyar dikin.

Her nêzîkatiyeke neyînî ya li hemberî Rêber Apo wê bibe sedem ku rê û rêbazên têkoşîna me bigihîjin asteke cûda.

Tê zanîn ku dema mijar ewlekarî, tenduristî û jiyana Rêbertî be, gelê me jî tevgera me jî çawa hesas in.

Bêyî ku saetek jî bi derengî bikeve, rewşa tenduristiya Rêber Apo divê bi rengekî ku gelê Kurd pê bawer bike, bê zelalkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv