33. SALVEGERA KOMKUJIYA HELEBCE
JI BO ŞEHÎDAN GORISTANA HELEBCE MERASIM PÊK HAT
Bi rasthatina 33’emîn salvegera qirkirina Helebcê merasîmek bibîranînê pêk hat.
Tevî malbatên qurbaniyên Helebce, hevserokên Tevgera azadî bi sedan kes beşdarî merasimê bûn.
Beriya merasimê bi sedan kes li pêşiya Fulkeya Omer Xamer li hev civiyan û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan li ser navê malbatên şehîdan daxuyaniyek hat dayîn.
Di axaftinan de spasiya beşdaran hat kirin wiha hat gotin.
Îro Helebce bi serbilindî rabûye ser piyan.
Bi rihê hevgirtin û yekîtiyê li dijî xeteriyên li ser Kurdistanê wê bi ser kevin.
Cîgira hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên jî şehîdên Helebce bibîr anîn.
Tara Hisên jî bal kişand ser têkoşîna xelkê Helebcê û got:
Gelê me hertim li dijî qirkirinan serî hilda û têkoşîna xwe anî heta roja îro.
Piştî axaftinan nûnerên tevgera Azadî destegulek danîn ber abîdeya şehîdên Helebcê.
Lê belê ya balkeş ji berpirsiyariyên hukûmeta herêmê ti kes tevlî merasîmê nebû; ne serokwezîrê Herêma Kurdistan, ne serokê Herêma Kurdistanê û nejî berpirsek din ê Hikumetê.
Wekî din li Silêmanî, Hewler, Germiyan, Çemçemal, Şengal û Mexmûrê jî şehîdên Helebcê bi daxuyaniyan hatin bibîranîn.