JI ÎNSIYATÎFA GEL A KURDISTANÊ JI BO RÊBER APO BANG:
HETA BI RÊBER APO RE HEVDÎTIN PÊK WERE DIVÊ LI HER DERÊ ÇALAKÎ HEBIN
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê xwest ku heta bi Rêber Apo hevdîtin pêk were û bi xwe daxuyaniyê bide, jin û ciwan di serî de gelê Kurd li her derê çalakiyan bike.
Di daxuyaniya Însîyatîfê de ev alî derketin pêş:
Bi rêya desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ev îdia hatine belavkirin.
Ev jî niyet û armanca mêtingeriya qirker eşkere dike.
Siyaseta qirker jî baş dizane ku tendirustî û ewlekariya Rêber Apo yek ji xala sereke ya gelê Kurd e.
Em nikarin li hemberî van îdiayên der barê Rêber Apo bêdeng bimînin.
Însiyatîfa Gel destnîşan kir ku yek ji armancên van îdiayan jî ew e ku dagirker dixwazin berteka jin û ciwanên Kurdistanê û yên gelê Kurd bipîvin û wiha hat gotin:
Heta ku hevdîtin bi Rêber Apo were û ew bi xwe daxuyaniyê bide, wê gelê Kurd li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li her qadê bersivê bide.
Bi şîara ‘Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne’ metrepolên Tirkiyeyê di serî de, em xeleqeke ji agir çêbikin û êrîşên li ser Rêber Apo pûç bikin.
Însiyatîfê bang li gel, ciwan û jinan kir ku bi ruhê serkeftina Garê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê çalakiyan lidar bixin.