CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ HÊVIYA ME XURT KIR
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di destpêka civîna koma partiya xwe de pîrovahiyên bi coş ên 8’ê adarê destnîşan kirin û got: Çalakiyên bi coş ên 8’ê adarê coş û heyecan da me.
CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: DIVÊ CIVAKA NAVNETEWÎ QIRKIRINA HELEBÇÊ NAS BIKE
Sancar ji ber salvegera 33’mîn a qirkirinê, şehîdên Helebçê bi bîr anîn û got:
“Li Helebçeyê hejmara zarokên astengdar tên dinê, 4-5 qat ji rêjeya Hîroşîma û Nagazakî derbas bûne. Ev qirkirin e. Em bang li civaka navnetewî dikin. Bila Helebçê nas bikin, da ku bibe rojeke bîranînê ya navnetewî.”
Sancar bi bîr xist ku qirkirin û komkujiyên wekî Enfal û Helebçê, li Kobanê, Şengal û gelek deveran li dijî Kurdan didomin û got:
“Li hemberî van pêwistî bi yekîtiya kurdan heye. Berpirsyariya vijdanî û deyndariya tevahiya cîhanê heye.”
CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: LI ŞÛNA KRÎZA ABORÎ GIRTINA HDP’Ê NÎQAŞ DIKIN
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li ser destûrnameyên ji bo rakirina mafê destnedana wekîlan û nîqaşên girtina HDP’ê jî got:
“Ji bo civak krîza aborî û girtina dikanan nîqaş neke, girtina HDP’ê tînin rojevê. Tim dijminahiyê diafirînin. Ji ber têkçûnê dibînin, hewl didin qanûnên hilbijartinê biguherînin.”
CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: DIVÊ TIRKIYE GUH BIDE BANGA NEWROZA 2013’AN
Sancar Newroz wekî berxwedana û hêviya jiyana nû nirxand, banga Rêber Apo ya Newroza 2013’an ya li Amedê bi bîr xist û got:
“Pêwiste em xwedî li wê bangê derkevin. JI ber ku desthilatdarî guh neda wê bangê û mase hilweşand, Tirkiye bi krîzan re rû bi rû ma. Divê êdî aştî û çareserî, wekî hamleyeke taktîkî neyê dîtin û ji bo aştiya rastîn gav bên avêtin.”
Sancar banga berpirsyariyê li partiyên mûxalefeta Tirkiyê jî kir û got:
“Guh bidin baweriya azadiyê ya gelê Kurd û werin em bi hev re li dijî siyaseta dijminahiyê ya desthilatedariyê dengê xwe bilind bikin.”
CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: WÊ TI ÊRIŞ NIKARIBE PÊŞIYA KURDAN BIGIRE
Sancar dijminahiya li dijî ziman û çanda Kurdî jî destnîşan kir û got:
“Wê bi girtin, tinekirina nasname, çand û zimanê Kurdan û desteserkirina îradeyê, nikaribin pêşiya têkoşîna Kurdan bigirin.”