Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: HBDH kevneşopiya Mahîr Çayan û hevrêyên wî vedijîne 30.03.2021

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
HBDH KEVNEŞOPIYA MAHÎR ÇAYAN Û HEVRÊYÊN WÎ VEDIJÎNE

Mahîr Çayan tevî 9 hevrêyên xwe di 30’ê Adara 1972’yan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Kizildereyê bi bîr anî.

Mahîr Çayan û hevrêyên xwe ji bo Denîz Gegmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ji îdamê xilas bikin çalakiyek pêk anîbûn.
Ji bo vê 3 îngilîzan revandibûn.
Wan dixwest bi bedêla berdana Denîzan van îngilîzan teslîm bikin.
Lê dewleta Tirk a faşîst hem şoreşgeran hem jî wan her sê îngilîzan qetil kir.

KCK’ê diyar kir ku mahîr Çayan û hevalên xwe, Denîz Gemîş û hevalên xwe, Îbrahîm Kaypakkaya û hevalên xwe ji bo Tirkiyê ji hegemonya emperyalîzmê rizgar bikin têdikoşiyan:

Têkoşîna wan di oxira Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana azad de bû.
Li gorî wan doza Kurdî pirsgirêka esasî ya Tirkiyê bû.
Ciwanên Kurdan jî di nav van şoreşgeran de cihê xwe girtin.
Huseyîn Înan, Huseyîn Cevahîr û Alî Haydar Yildiz jî di nav de gelek ciwanên Kurdan di nav wan de cihêx we girtin.
Di vê oxirê de şehîd bûn.

KCK’ê bal kişand ser bandora Mahîr Çayan a li ser Rêber Apo jî û daxuyanî wiha dewam kir:

Mahîr Çayan li Zanîngeha Stenbolê di axaftineke xwe de li ser doza Kurdî nirxandin kiribûn.
Ev tesîr li Rêber Apo kiribû û ew jî bibû sempatîzanekî THKP-C’ê.
Dema ku Mahîr û hevalên wî şehîd bûn, Rêber Apo li zanîngehê pêşengiya çalakiyan kir.
Rêber Apo wê demê hat girtin.
Rêber Apo tim bi bîranêna wan re dilsoz ma.

KCK’ê destnîşan kir ku Mahîr Çayan û hevsrêyên xwe li dû xwe ji bo şoreşgeran tecrûbe û mîraseke mezin a şoreş û demokrasiyê hiştine û wiha dewam kir:

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan HBDH vê kevneşopiyê vedijîne, zindî dihêle.
Têkoşîn û bedelên wan dane, tu carî vala neçûye.
Têkoşîna wan di nav têkoşîna di oxira Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad de tê vejandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv