BERXWEDANA LI ZINDANAN
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM Û DORVEGER DI ROJA 124’AN DE YE
Bi daxwaza azadiya fizîkî ya rêber APO girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di nava berxwedanê de ne.
Çalakiya wan a greva birçîbûnê di roja 124’an de ye.
Zindaniyên di greva birçîbûnê de ne dibêjin, heta ew encam negrin dawî li çalakiya xwe nînin.
Bi heman armancê çalakiya li wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûrê jî di roja 103’an de ye..
Îro koma 52’an bi merasimekê çalakî dewr girt.
TUAY-DER Û TUHAY-DER’Ê KONGREYÊN XWE PÊK ANÎN
MIJARA SEREKE YAKONGREYAN BERXWEDANA GIRTIYAN A LI DIJÎ TECRÎDÊ BÛ
Sazî û rêxistinên mafê mirovan jî ji bo balê bikşînin ser çalakiyên grevên biçîbûnê û binpêkirinên mafên di nava tevgerê de ne.
Komeleya piştevanî û alîkariyê ya malbatên girtî û hikumxwaran TUAY-DER’ê ya Amedê kongraya xwe ya duyemîn pêk anî.
Mijara sereke a kongreyê tecrîda li ser rêber APO bû.
Parlementera HDP’ê Dersim Dag di kongreyê de axivî û da zanîn ku serketin wê ya kesên têkoşer be.
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Bakî jî bêdengiya li hemberî tecrîdê wek hevkariya sûcê li dijî mafê mirovan bi navkir.
Û xwest rojek berî rojekê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin.
Komeleya piştevanî û alîkariyê ya malbatên girtî û hikumxwaran a Wanê TUHAY-DER’ê jî kongreya xwe pêk anî.
Di kongreyê de endamê meclîsa HDP’ê Okkeş Kava axivî û qala berxweda li zindanan kir.
Piştî ku raporên xebat û malî hatin xwendin Kudret Temel û Umît Çapa wek hevserokên komeleyê hatin hilbijartin.