Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Erdogan fermana kuştina 34 zarok û ciwanan da 28.12.2020

 

SALVEGERA KOMKUJIYA ROBOSKÊ
KCK: ERDOGAN FERMANA KUŞTINA 34 ZAROK Û CIWANAN DA

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî salvegera 9’an a Komkujiya Roboskê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de 34 şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn:

Em soza bêwatekirina sînorên nava Kurdistanê û avakirina Kurdistana Azad didin.

Dewleta Tirk a qirker û mêtînger berpirsiyarê bi sedan komkujiyên mîna Roboskê ye.

Ev komkujî ji bo tirsandin û tepisandina Kurdan bi pîlan û zanebûn tên kirin.

34 zarok û ciwan bi fermana Tayîp Erdogan bixwe hatin qetilkirin.

Bi îstîxbarata ku girtibûn agahiya “di nava wan de gerîlayek jî heye” dabûn Erdogan.

Pirsa “em wî bi 34 zarokan re bikujin” ji Erdogan kirin.

Erdogan jî fermana kuştina wan da.

Di daxuyaniya KCK’ê de ji ber vê yekê Erdogan weke kesekî bêexlaq, bêwijdan û kujerekî dûrî nirxên mirovahiyê hat binavkirin.

Heta çareseriya doza Kurd pêk neyê û hesabê van komkujiyan neyê pirsîn, wê kuştina mirovan bidome.

Li Bakur, Rojava, Başûr û Şengalê bi êrişên hewayî jin, zarok, ixtiyar bi sedan Kurd qetil kirin.

Dewleta Tirk dewleteke kujera Kurd e.

Jixwe niha jî tevahiya cîhanê dewleta Tirk weke dijminê Kurd û Kurdan dikuje dibîne.

Jixwe ji ber vê yekê tevahiya siyaset û dîplomasiya xwe spartiye dijminahiya li Kurdan.

SALVEGERA KOMKUJIYA ROBOSKÊ
KCK: BI KURDISTANA AZAD EM Ê ŞEHÎDAN NEMIR BIKIN

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de li cihê kujer û berpirsan cezakirina malbatên Roboskê hat bibîrxistin.

Heta kujer neyên cezakirin, wê malbat ji travmayê rizgar nebin.

Her roj, her meh û her sal û bi salan êşkence li malbatan tê kirin.

Dewleta Tirk bi cezanekirina kujerên Kurdan, fermana kuştina bi rehetî daye hêzên xwe.

Divê tevahiya gelê Kurd komkujiya Roboskê ji bîr neke.

Hesabpirsîna ji vê komkujiyê pêşxistina têkoşîna demokrasiyê û azadkirina gelê Kurd e.

Wê komkujiya Roboskê neyê jibîrkirin.

Jibîrkirin bêexlaqî, bêwijdanî û xiyanete.

Ji ber vê yekê ne emê ji bîr bikin û ne jî bidin jibîrkirin.

Emê bi azadkirna Kurdistanê û gelê Kurd şehîdên komkujiyê nemir bikin.

Kujerên qirker û mêtînger wê di wê xwîna diherikînin de bixeniqin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv