Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê sala 2020’an: Li aliyekî êrişên îdeolojîk û qirkirinê, li aliyê din berxwedan 28.12.2020

 

LI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ SALA 2020’AN
LI ALIYEKÎ ÊRIŞÊN ÎDEOLOJÎK Û QIRKIRINÊ LI ALIYÊ DIN BERXWEDAN

Di sala 2020’î de ku bi bandora dagirkeriya li ser Girê Spî û Serêkaniyê dest pê kir, êrişên piralî û konvansiyonel ên li ser şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê dewam kirin.

Çend ji sernavên rojeva dîplomasiyê, siyasî û leşkerî ya sala 2020’î ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ne:

Di navbera partiyên Kurd ên li Rojava û ENSK Û PYNK’ê hevdîtinên ji bo yekîtiyê salekê dewam kirin.

Piştî ENKS’ê li ber perwerdeya Kurdî û sîstema hevserokatiyê rabû û “Nîv bi nîv parvekirina Rojava” ferz kir, ku ev yek bû sedem car carna hevdîtin bixitimin.

Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya hem li hundir hem jî li derve hevdîtinên dîplomatîk dewam kir.

Nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyê li Misir, Îmarat, Lubnan, Iraq û gelek welatên Ewropayê û Rûsyayê hevdîtin kirin û li 8 welatên Ewropayê nûnertiya xwe ava kirin.

Di nava salê de ji Swêd, Belçîka, Fransa, Amerîka, Awûstûrya, Arnavût, Fînlandiya, Ozbekistan û Tacîkistanê gelek heyetan serdana Bakur-Rojhilatê Sûriyê kir.

Li Idlibê ku veguheriye girêka kor a şerê Sûriyê, di sala 2020’î de şerekî dijwar qewimî.

Bi dawiya salê re, rejîma Erdogan ku destpêkê digot “Divê rejîm xwe ji nuqteyên me yê çavdêriyê yên Idlibê vekişîne”, bi xwe ji 8 nuqteyên çavdêriyê vekişiya.

Lê li herêmên ku artêşa Tirk dagir kiriye zêdeyî 60 baregehên leşkerî hene.

Dewleta Tirk, çeteyên ku li dijî Kurdan û gelên Sûriyê sûcên şer kirin, weke amûreke gefxwarinê li dijî dinyayê bi kar anî.

Dewleta Tirk sala 2020’î jî li Efrîn, Cerablûs, Bab, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî guhertina demografîk dewam kir.

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê yên ji bo guhertina demografiyê, kuştin, birîndarkirin, revandin, êşkence, destavêtin, xerakirina warên dîrokî û goristanan, birîna darên zeytûnê û talankirina zeytê di sala 2020’î de zêdetir bûn.

Di nava salê de 805 jin hatin revandin, 54 jin hatin kuştin. Meha Gulanê 11 jin li girtîgehên çeteyan hatin dîtin.

Hêzên Rizgariya Efrînê di nava salê de li Efrîn, Ezaz, Marê, El Raî û Babê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran zêde kirin.

Li gorî bîlançoya Hêzên Rizgariya Efrînê di nava salê de 144 çalakî hatin lidarxistin, 302 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin, zêdeyî 300 çete û leşker jî birîndar bûn.

QSD’ê di nava salê de operasyonên li dijî hucreyên razayî yên çeteyên DAÎŞ’ê dewam kir.

QSD’ê di encama operasyonên xwe de bi kêmanî 200 kesên DAIŞ’î girtin.

Li gel polîtîkaya dijminane ya dewleta Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, PDK jî sala 2020’î li dijî Rojava giranî da ser propaganda reşkirinê.

Dewleta Tirk li gel êrişên xwe yê leşkerî, siyasî û dîplomatîk, her wiha av jî weke çekê li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi kar anî.

Dewleta Tirk milyonek û 200 hezar mirov bêav hişt. Ava Hesekê zêdeyî meheke hîn jî hatiye qutkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv