ÊRIŞKARIYA BÊPAYAN A DEWLETA TIRK
GENERALÊ ENQEREYÊ GEF LI LÎBYAYIYAN XWAR
“Eger êrişê leşkerên Tirk bikin, Hefterê qesas û alîgirên wî li ku derê dibin bila bibin wê bibin hedefa êrişên me.”
Ev gotinên sosret, dawiya vê hefteyê ji aliyê serfermandariya artêşa Tirk Hûlûsî Akar hat kirin.
Bi gotineke din, serfermandarê çavsor li ser axa Lîbyayê gef li fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê xwar ku piraniya erdên welêt di destê hukumeta wî de ye.
Xalîfe Hefter kurtedemek berê diyar kiribû, eger leşkerên Tirk terka Lîbyayê nekin ew ê rastî êrişan bên.
Dema generalê Tirk van gotinan digot, heyeteke payebilind a ji Misrê, ji bo hevdîtinan gihîşt Trablûsê.
Cîgirê wezareta karên derve û wezarera parastinê û cîgirê îstixbarata neteweyî jî di nava vê heyetê de bû.
Misir hewl dide bi saya van hevdîtinan bandora dewleta Tirk a li ser hukumeta Trablûsê kêm bike û her du aliyên şer li hev bîne.
Hêjayî gotinê ye, di 23’yê Cotmehê de bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, agirbesteke mayinde hatibû îmzekirin.
Piştî vê peymanê hevdîtinên ji bo damezirandina hukumeteke neteweyî dest pê kiribû.