Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDP: Di 2020’an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin 03.01.2021

KCDP’ê rapora 2020’an a cînayetên jinan aşkere kir û anî ziman ku di salekê de 300 jin hatin kuştin û 171 jin jî mirî hatin dîtin.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora sala 2020’an a cînayetên jinan aşkere kir. Platformê anî ziman ku sala 2020’an wekî hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî pir dijwar derbas bû. Platformê da zanîn herî zêde jin ketine bin bandora vê yekê. KCDP’ê di raporê de anî ziman ku di sala 2020’an de 300 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 171 jin jî bi guman mirî hatin dîtin. Platformê da zanîn ku sedema kuştina 182 jinan jî nayê zanîn û wiha got: “22 jin ji ber sedemên aboriyê, 96 jin ji ber daxwaza doza hevberdanê û an jî tercihên xwe hatin kuştin. Di sala 2020’an de herî zêde li Stenbolê jin hatin kuştin. 42 jin li Stenbolê, 25 jin li Îzmîrê, 15 jin jî li Enqereyê hatin kuştin. Ji 300 jinan 97 jin ji aliyê mêrê pê re zewicinê ve hatin kuştin, 54 jin ji aliyê mêrê ku pêre dijîn ve hatin kuştin. 38 jin ji hêla mêrê ku nasdikin ve hatin kuştin. 21 jin ji aliyê mêrê ku berê pê re zewicibû ve hatin kuştin. 18 jin ji aliyê kurê xwe ve, 17 jin ji aliyê bavê xwe ve, 16 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 8 jin ji aliyê mêrê ku berê pê re dijî ve, 5 jin ji aliyê birayê xwe ve û 3 jin jî ji aliyê biyanî ve hatin kuştin. Nayê zanîn ku 23 jin ji hêla kê ve hatine kuştin. 181 jin li malê, 48 jin li kolanê, 15 jin li cihê kar, 14 jin li eraziyê, 11 jin di nava erebê de, 5 jin li otelê, 4 jin li cihê tenê jinek di depoya daran de, jinek li kuaforê hatin kuştin. Cihê kuştina 20 jinan jî nayê zanîn. Li gorî raparê ji sedî 60 jin li malê hatine kuştin.

170 jin bi çekê, 83 jin bi amûrê birînê, 26 jin bi xeniqandinê, 10 bi şîdeta fîzîkî, 2 jin bi şewitandinê û jinek bi madyeyên kîmyevî hatin kuştin. Jinek jî ji cihekî bilind hatiye avêtin. Li gorî raporê di meha kanûnê de 32 jin ji hêla meran ve hatiye kuştin. Mirina 9 jinan jî bi guman e. Ji bo agahiyên berfireh hûn dikarin wê navnîşanî binêrin;

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv