Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dijminantiya AKP’ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir 03.01.2021

Şaredariya Artûklû ya dibin rêveberiya AKP’ê de, tîpên X, W û Q ên zimanê  kurdî yên di navê gundan de hebûn jê birin û li şûna wan tîpên Tirkî nivîsandin.

Şaredariya Navçeya Artûklû ya Mêrdînê ya dibin rêveberiya AKP’ê de, lewheyên gundên girêdayî navçeyê guhertin. Şaredariya AKP’î, tîpên X, W û Q ên zimanê kurdî yên di navê gundan de hebûn, jê birin û li şûna wan tîpên Tirkî nivîsandin. Şaredariyê  li şûna Q tîpa K, li şûna X tîpa H û li W jî, tîpa V nivîsandin.
DI MEDYA CIVAKÎ DE RASTÎ BERTEKAN HAT 
Şaredariya Artûklû, derbarê guhertina lewheyan de li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: ” Montaşa lewheyên ber û dûrahiyê dewam dikin.”
Ev parvekirina şaredariyê di demek kurt de rastî bertekan hat û hat dîtin ku gelek navên gundan ên kurdî şaş hatine nivîsandin û ji bo sererast kirinê bang hatkirin.
HDP: DIVÊ BÊSERERAST KIRIN  
Endamê Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Artûklû Mehmet ALî Amak, bertek nîşanî vê yekê da û got: “Ji bo sererastkirina vê şaşiyê, emê pêgavên pêwîst bavêjin. Roja Duşemê civîna meclîsa me ye. Emê vê mijarê bibin rojeva meclîsa xwe. Divê ev şaşî tavilê bê sererastkirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv