Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jineke ciwan a komînîst bû şaredara bajarekî Hîndîstanê 03.01.2021

Ji bo serokatiya şaredariya bajarê Kerala yê eyaleta Thîrûvananthapûram a Hindistanê, meclîsa şaredariyê jina ciwan a bi navê Arya Rajendran hilbijart, ku 21 salî ye û xwendekara matematîkê ye.

Rajendran ku bû şaredara bajarê Kerala yê ku nifûsa xwe 750 hezar e, li cîhanê bû şaredara herî ciwan.

Bajarê Kelara li Hindistanê ew bajar e ku rêjeya xwendinê lê bilind e û jiyana polîtîk lê çalak e.

Kerala di heman demê de paytexta eyaleta Thîrûvananthapûramê ye.

Bavê wê karê elektrîkê dike, diya wê jî li şîrketeke sîgortayê dixebite. Rajendra di heman demê de ji malbateke komunîst e.

Rajendra got, “Bavê min pê serbilind e ku ji çîna karker e. Ez jî ji bo wî tevlî tevgera karker, tevgera gundiyan û mirovên ji rêzê bûm.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv