“BILA KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEHIYÊ”
KAMPANYA ÎMZEYAN DIDOME Û BANGA BEŞDARIYÊ TÊ KIRIN
Platforma Zimanê Kurdî di 22’yê Sibatê de ji bo ku Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerehiyê û zimanê fermî kampanya îmzeyê dabû destpêkirin.
Heya niha li ser internetê nêzî 13 hezar îmze hatine berhevkirin û ji bo piştgiriya kampanyayê banga başdarbûnê hat kirin.
Li ser mijarê Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku zimanê Kurdî li raserî siyasetê ye û divê piştgiriyeke xurt bê dayîn.
Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya jî diyar kir ku kampanya çiqas xurt be wê bibe bersiv ji bo yên li hemberê me.