‘EM Ê BI AGIRÊ NEWROZÊ LI BERXWE BIDIN Û SERKEVIN’
NEWROZA ÎSAL WÊ LI BAKUR LI 91 NAVENDAN WERE PÎROZKIRIN
Li Bakurê Kurdistanê îsal agirê Newrozê yê destpêkê li navçeya Xelfetî ya rêber APO lê ji dayik bûye wê were pêxistin.
Li gorî plansaziyê li 30 bajar û 61 navçeyan wan Newroz were pîrozkirin.
Li Stenbolê pîrozbahiyên Newroz wê 20’ê Adarê werin lidarxistin
Pîrozbahiya Newroza Amedê jî ku her sal malovaniya bi sedhezaran dike îsal 21’ê Adarê ye.
Kongreya Civaka Demokratîk KCD, Kongreya Demokratîk a Gelan HDK, Tevgera Jinên Azad TJA, Partiya Herêmên Demokratîk DBP û partiyên siyasî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, wê sibê bi daxuyaniyekê starta pîrozbahiya Newroza 2021’an bidin.
Her wiha di civîna sibê de danasîna strana ‘Dîsa li Newrozan’ ya hunermendên kurd wê were kirin.