“YÊN SÛCÊ MIROVAHIYÊ KIRIN SERBEST IN”
ÇALAKIYA MALBATA ŞENYAŞAR LI BER EDLIYÊ DI ROJA 3’YAN DE DEWAM KIR
Emîne Şenyaşar ku hevjîn wê û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar 3 roj in li ber edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dike.
Dayik û kur vê sibehê jî hatin ber edliyeyê û çalakiya rûniştinê dewam kirin.
Di hesabê Twîtterê de ku bi navê malbatê hate vekirin ev daxuyanî hate dayin:
Em edaleta ku dereng hatiye jî qebûl dikin.
Yên ku li nexweşxaneyê sûcê li dijî mirovahiyê kirine eşkere ne û bi serbestî digerin.
Edalet ji bo malbata me, edalet ji bo her kesî.
Doza malbata şenyaşar 12’ê adarê wê li Edliyeya Meletê were dîtin.