“BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ”
DI 3 ROJAN DE 6 HEZAR KES BI ÎMZEYÊN XWE BEŞDARÎ KAMPANYAYÊ BÛN
21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, Platforma Ziman û Çanda Kurd li Amedê ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyayek îmzeyan dabû destpêkirin.
Kampanya didome û heta niha bi hezaran kesî îmze dane kampanyayê.
Ji sekreterya Platforma Ziman û Çanda Kurd Zuhal Tekîner têkildarî rêveçûyîna kampanyayê ji Ajansa Mezopotomya re axivî.
Zuhal Tekîner diyar kir, ku ew bi kampanyayê hewl didin astengiyên li pêşiya ziman ên bi polîtîkaya tinehesibandinê ji holê rakin û wiha got:
Me jî weke rêxistinên civakî, partiyên siyasî û komele dengê xwe kir yek.
Ji ber ku zimanê me bi windabûn û tinebûnê re rû bi rû ye.
Ev yekîtiya ji bo ziman bi daxwaza gel pêk hat.
Zuhal Tekîner da zanîn, ku bicihgirtina partiyên siyasî di nava kampanyayê de xebatên wan xurtir bûne û wiha got:
Tenê di nava 3 rojan de zêdetirî 6 hezar îmze hatin berhevkirin.
Her kes dikare bi rêya partiyên siyasî û rêveberên platformê beşdarî vê kampanyayê bibe.