KOMELGEHA DEMOKRATÎK Û AZAD A ROJHILATÊ KURDISTANÊ:
KUŞTINA 10 KOLBERÊN BELÛÇ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ Û GELÊ BELUÇ TAWANEK MEZIN E
Eskerên rejîma Îranê 23’yê Sibatê de êriş bir ser kolberê Belûç û di encama de 10 kes hatin qetikirin.
Li himberî vê êrişê gelê Belûç rabû ser piyan û dest bi çalakiyên nerazîbûnê kir.
Gelek navendên saziyên hukûmetê kontrol kirin û şewitandin.
Li hemberî serhilldana gel rejîma Îranê hêjmarek zêde esker rêkir bajarên Beluçistanê û êrişî gel kir.
Li ser vê êrişkariya rejîma Îranê, Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî da serhildana gelê Beluç.
Di daxuyaniyê KODAR’ê de wiha tê gotin;
Rabûna gelê Belûç ya li dijî pegala rejîma Îranê mafek demokratîk ê.
Kuştina 10 kolberên Belûç li dijî mirovahiyê û gelê Beluç tawanek mezin e.
Divê mîna gelê Belûç, gelên din ên Îranê jî, li dijî vê pergala mafya û qaçaxçîtiya Sapay Pasdaran dengê xwe bikind bikin.
Rabûna gelê Belûç piştrast kir ku çewisand û zextên rejîma Îranê nikare rê li ber xwesteka azadîxwazî û demokrastiya gelên Îranê bigire.