“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
DR. THOMAS MILLEY: ENCAX OCALAN BIKARIBE AŞTIYÊ BÎNE HERÊMÊ
Kampnaya û pêngavên ji bo azadiya Rêber Apo berfireh dibin.
Ev kampanya di rojeva cîhanê de ne jî.
Gelek kesayet bi naskirina raman û doza Rêber Apo zêdeter dewa azadiya wî dikin.
Yek ji kesên ku ji bo azadiya Rêber Apo dixebite û di nava tevgerê de ye doktor Thomas Milley e.
Doktor Milley civaknas e û qîmeteke mezin dide fikrên Rêber Apo yên der barê civaknasiya azadiyê de.
Doktor Milley dibêje: Tecrîda li ser lîderê kurdan Ocalan li dijî wijdan û exlaqa mirovahiyê ye.
Thomas Milley diyar dike ku li gorî qanûnên navnetewî jî cihê vê tecrîdê tine ye û dibêje:
Di mijara tecrîdê de raporên CTP’ê jî hene.
Sedema vê tecrîdê ew e ku Ocalan karîbû îdeolojiyeke dayne pêş nijadperestiya tirk.
Ocalan li aştiyê digere, ew di nava vê lêgerînê de ye.
Ew mifteya pêşxistina çareseriya demokratîk a li herêmê ye.
Hêviya min ew e saziyên weke Konseya Ewropayê û CPT taliya talî girîngiya azadiya Ocalan fam bikin.
Divê êdî ew bibînin ku encax Ocalan aştiyê bîne Rojhilata Navîn û Tirkiyê.