21’Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ YA CÎHANÊ
JI TORA ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ Û PLATFORMA ZIMANÊ KURD KAMPANYA JI BO KURDÎ
Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî li Amedê li ser roja zimanê dayikê ya cîhanê 21’ê sibatê cîvneke çapemeniyê pêk anî.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ji ber roja zimanê dayikê wê gelek çalakiyan pêk bînin.
Her wiha ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê jî, di 22’ê sibatê de dest bi kampanyayeke nû bikin.
Şerefxan Cizîrî banga tevlîbûna kampanyayê li gelê Kurd kir..