“DEM DEMA YEKÎTIYA NETEWÎ YE
KCD, TJA, DBP Û HDP’Ê LI NISÊBÎNÊ KAMPANYA RAGIHANDIN
Li Bakurê Kurdistanê bi şiara ‘Dem Dema Yekîtîya Netewî û Azadîye ye’ çalakî tên lidarxistin.
Piştî mitîngên li Wan, Batman, Amed, Şirnex û Sêrtê rêvebirên KCD, TJA, DBP û HDP’yî li Nisêbînê jî kampanya yekîtiyê destpêkirin..
Tevî astengiyên polîsên dewleta Tirk xelkê Nisêbînê nûnerên saziyan bi girseyî pêşwazîkirin.
Piştî axaftina Hevseroka DBP’ê Salîha Aydeniz heyetê serdana esnafan kir û li daxwazên wan guhdar kirin.
Xelkê navçê diyar kir ku pêkanîna yekîtiya neteweyî wê parastina destkeftiyên gelê Kurd be û piştgiriya xwe anîn ziman.
LI KURDISTAN Û TIRKIYÊ QIRKIRINA SIYASÎ
RÊJÎMA AKP-MHP TOLA TÊKÇÛYÎNA XWE JI HDP’Ê DIGRE
Piştî têkçûna li hemberî berxwedana li Garê, dewleta dagirkera Tirk li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest bi tevgera qirkirina siyasî kir.
Hikûmeta AKP-MHP bi vê rêbazê dixwaze binkeftina xweya li hamberê Berxwedana Garê veşêre.
Beriya 15’ê sibatê ji ber tirsa xwe ya ji çalakiyên gel li 40 bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêtirî 700 kes hatin binçavkirin..
Piraniya wan jî endam û rêvebirên HDP’ê bûn.
Siyasetmedarên hatine binçavkirin li qereqolan tên ragirtin..