Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Li Garê bi bin ketin 17.02.2021

 

LI GARÊ BI BIN KETIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Êrişa li ser Garê ne tenê êrişa li dijî gerîla û tevgera azadiya Kurd e. Li ser bingehê tinekirina gerîla, êrişa li dijî gelê Kurdistanê hemûyî ye. Eger gerîla were tinekirin, wê pêşiya qirkirina Kurd heta dawiyê vebûya. Piştî wê ya dima wê temamkirina qirkirina Kurdan bûya. PDK çi soz dabe dewleta Tirk bila dabe, PDK çi difikire bila bifikire, lê eger Garê hatiba dagirkirin dê dawî li statuya Başûrê Kurdistanê jî bianîna. Tirkiye wê ji herêmên dagir kirine derneketiba, di îlhaqkirina Kerkûk û Musilê de wê gavek mezin avêtiba. Ji vî alî ve gerîla li Garê statuya Başûrê Kurdistanê parastî ye.

Gerîla li Garê tenê pêşî li dagirkirinê negirtiye, anor û rûmeta hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî rizgar kiriye. Derbeke mezin li polîtîkaya tehdît û şantajê daye ku hêzên siyasî yên Başûr dajo ser gerîlayan. Êdî yên ku hebûna gerîla mîna bahaneya êrişên Tirkiyê nîşan dide rûreş bûne. Ev berxwedana gerîla wê li çar aliyên welat hesta yekîtiyê xurttir bike. Bi vê berxwedanê li dijî van hêzên dagirker û qirker ruhê yekîtiya neteweyî bihêztir bûye. Ya rastî, di nava berxwedana li dijî dagirkeriyê de yekîtiya netewî pêş dikeve û bihêztir dibe.

Bêguman ji îro ê pê ve, desthilata AKP-MHP dê bixwaze êrişî cihên din bike. Ji ber ku desthilata xwe bi şer û dagirkeriyê li ser piyan digire. Lê êdî wê her êrişa vê desthilatê berevajî bibe û dawiya wê nêzîktir bike. Gelê Kurd careke din dît, dewleta Tirk serkêşê dijminan e. Lewma gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê û dostên gelê Kurd wê li hemberî her êrişê li ber dewleta Tirk rawest in. Lazim e ku li her derê li hemberî êrişên dewleta Tirk gelê Kurd xwe amade bike; dema dewlet ket tevgerê jî gelê Kurd bi ruhê Garê wan têk bibe.

Dewleta Tirk ji bo serî li têkçûna xwe bigire, wan esîr û dîlên ku bi bombebaranê kuştine, dike rojev. Dinya hemû dizane tevgera azadiya Kurdistanê çawa dîl parastine. Gelê Kurd şahid û delîlê vê rastiyê ye. Ji ber vê bi propagandaya li ser esîran hewldana wê ya ji bo xwe rizgarkirina ji têkçûnê hewldanek pûç û vala ye. Ne lazim e ku ev propagandayên reş yên dewleta Tirk ciddî bên dîtin û bên nîqaşkirin. Armanca wan ew bû, Garê bi temamî dagir bikin, gerîla tasfiye bikin. Dixwestin bi vê tevgera dagirkirinê desthilata xwe deh salên din bidomînin. Lê ev zêhniyeta qirker, olperest-miliyetperest û polîtîkayên wê têk çûne. Çi dike bila bike, di her êrişê de têkçûnê nêzîktir dike.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv