Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Li Garê derket holê ku tehdîdên dewleta tirk çiqes pûç in 17.02.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
LI GARÊ DERKET HOLÊ KU TEHDÎDÊN DEWLETA TIRK ÇIQAS PÛÇ IN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de tehdîda dewleta Tirk a li ser rêveberiya Başûr nirxand.

Dûran Kalkan da zanîn ku Garê, gora faşîzma AKP/MHP’ê kola û bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li ser rêveberiya Başûr.

Gefeke mezin li ser siyaseta başûr hebû, xistibûn bin îpoteka xwe.

Ew êrişên faşîzma AKP/MHP’ê ya li dijî başûr şikestin.

Derket holê ku tehdîdên dewleta Tirk çawa têk diçe.

Çawa di 2008’an de li Zapê têk çû, di 2021’an de jî li Garê têk çû.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WÊ CEJNA SERKEFTINA GARÊ WERE PÎROZKIRIN

Têkildarî bandora serketina gerîla ya li Garê jî Dûran Kalkan got;

Derket holê ku gerîla û pêşmerge bibin yek û hêzeke netewî ava bikin, li 4 beşên Kurdistanê tu hêz wê nikaribe xwe li hemberî wê bigire.

Hemû gelê me yê li başûrê Kurdistanê vê yekê dibîne, siyaseta başûrê Kurdistanê vê yekê dibîne.

Wê serketina Garê li Başûrê Kurdistanê weke cejn were pîrozkirin.

Me îfade kir, ev serkeftina hemû gelê Kurd e.

Ango kî dibe bila bibe, kîjan partî dibe bila bibe, welatparêz be, li hemberî dagirkirina Garê be divê ji vê serkeftinê rûmetê bigire.

Ev berxwedan bû parastina Başûrê Kurdistanê, bû parastina sîstem û statuya başûrê Kurdistanê, bû parastina azadiya Başûrê Kurdistanê.

Ev yek careke din bi awayekî zelal derket holê.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DI SERKETINA GARÊ DE KED Û ROLA HERKESÎ HEYE

Dûran Kalkan, da zanîn ku di serketina Garê de rola her kesî heye û got; divê herkes coşa vê serkeftinê bijî.

Siyaseta başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û parlamentoya wê bixwe jî dikare vê rewşê binirxîne, li vê rastiyê xwedî derkeve.

Dikare li ser vê rastiyê siyaseteke nû bide meşandin.

Ji bo yekîtiya netewî, ji bo kongreyeke netewî dikare bikeve nava hewldanan.

Ango serkeftina Garê serkeftina gelê Kurd e û rê li ber yekîtiya netewî ya gelê Kurd vekiriye.

Di vê mijarê de jî ya herî zêde pêşengiyê kiriye jî Başûrê Kurdistanê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, herî dawî jî bang li hêzên navnetewî jî kir ku êdî rastiyê bibînin.

Bi parçekeirina Kurdan êdî wê nikaribin encam bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv