Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Armanca êrişa Garê ew bû ku biryargeha navendî ya HPG’ê ji hev bixin 17.02.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
REWŞA KU BI VÎ AWAYÎ LI GARÊ DERKET HOLÊ NE TESADUFÎ BÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.

Mijara sereke ku Dûran Kalkan li ser sekinî û bi berfirehî nirxand tevgera dewleta Tirk a li Garê bû.

Dûran Kalkan destpêkê li ser navê komîteya rêveber a PKK’ê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê, Fermandariyên Qad û Eyaleta Garê, Fermandarî û Hêza şer a YJA-Starê ya li Garê, di şexsê van hemûyan de jî şervan û fermandarên HPG/YJA Starê silav kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku rewşa li garê ne tesadufî bû.

Herkes ji xwe pirs dike û dibêje; li Garê çibû? Dixwaze fêm bike.

Tê xuyan ku wê gelekî were nirxandin jî.

Di encamê de pêşketinên ku herikandina dîrokê biguherîne wê derkevin holê.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
LI GARÊ ŞERÊ LEŞKERÎ YÊ HERÎ DIJWAR Ê DÎROKÎ QEWIMÎ

Dûran Kalkan da zanîn ku li Garê, şerê leşkerî yê herî dijwar ê dîrokî qewimî.

Encam li holê ye.

Piştî 4 rojan ango saet derdora 3-4’ê 14’ê Sibatê, beyî ku li pişt xwe binêrin neçar man ji qadê birevin.

Artêşa Tirk, faşîzma AKP/MHP’ê di êrişa mijara gotinê de, bi têkçûneke mezin re rû bi rû ma, têkşikiya.

Yanî pençê qertal nebû lingê mirîşkê jî.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
ARMANCA ÊRIŞA GARÊ EW BÛ KU BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG’Ê JIHEV BIXIN

Têkildarî armanca êrişa li Garê jî Dûran Kalkan got;

Armanca êrişa li Garê ew bû ku biryargeha navendî ya HPG’ê bê bandor bikin.

Dibêjin; operasyona Garê ji bo rizgarkirina êsîran e, vê yekê derdixin pêş.

Ev hewldana guhertine rojevê ye.

Jixwe di encamê de jî derket holê ku çi li esîran dikin.

Yanî armanca wan a bingehîn bêbandorkirina sîstema kontrolê ya rêveberiya gerîla bû.

Dixwestin careke din gelê Kurd di komploya 15’ê Sibateke nû re derbas bikin, armanc ev bû.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
CEJNA ERDOGAN JI BO WÎ BÛ ROJA REŞ Û LÊ VEGERIYA

Dûran Kalkan, bibîr xist ku Erdogan bi êrişa Garê, dixwest cejnekê pîroz bike, lê bû roja reş û lê zivirî.

Di encamê de ji bo ku ser vê têkçûna xwe bigirin jî leşkerên êsîr dan pêş.

Careke din bi têkçûneke herî mezin ya dîrokî re rû bi rû man.

Tê zanîn; ji êsîrên ku me li Oremarê berdabû gotin ‘çima hûn nemirine’ û ew xistin girtîgehê.

Bombeyên ku bi ser herêmê berdan ne gul bûn.

Ji bo qetilkirina wan êsîran bû û qetil jî kirin.

HPG hevqas sal li wan nihêrt, xwedî kir, ji bo wan stargeh ava kir û wan bicih kir.

Lê yê ku wan ji wêderê mirî derxist artêşa Tirk bixwe bû.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
RÊYA SIYASETÊ DI KURDISTANÊ RE DERBAS DIBE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir; çi hêza li Kurdistanê bixwaze şer bike û gêrîlayên azadiya Kurdistanê paşguh bike ne pêkane biser bikeve.

Her hêza ku li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê siyasetê bike; neçar e PKK’ê, tevgera azadiyê û Rêber Apo bigire ber çavan.

Ev careke din derket holê.

Yên desthilat jî divê vê yekê zanibin û hêzên demokratîk jî.

Rêya siyasetê di Kurdistanê re, di çiyayên Kurdistanê re, di şerê gerîla re derbas dibe.

Çareserî jî Rêber Apo ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DEM DEMA TÊKÇÛNA ERDOGAN, BAHÇELÎ Û SOYLÛ YE

Dûran Kalkan, diyar kir ku dora têkçûnê ya Erdogan, Bahçelî û Soylû ye.

Tayîp Erdogan, Devlet Bahçeî û Suleyman Soylû berpirsên bingehîn ên êrişa li Garê ne.

Berpirsên têkçûnê ew in, neçarin hesabê bidin.

Ku biserketina, wê encamên wê ji xwe re bikirana bingeha siyasetê.

Garê, gora faşîzma AKP/MHP’ê kola.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv