Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakgerrê canbexş Halil Şen: Ji bo azadiyeke bi rûmet bedel divê 17.02.2021

 

ÇALAKGERÊ CANBEXŞ HALÎL ŞEN:
JI BO AZADIYEKE BI RÛMET BEDEL DIVÊ

Bi mehane tu agahî ji rêberê mirovahiyê Rêber Apo nayê wergirtin.

Ne dikare bi malbata xwe re, ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.

Li hemberî vê yekê nerazîbûn hene, lê têrî nake.

Tu kurdê ku ji xwe re dibêji ez demokratim, welatparêzim, şoreşgerim û dostê gelê Kurdim ne layîqî vê rewşê ye.

Ji ber ku têkoşîna PKK’ê ya 45 salan, ligel têkoşîna gelê Kurd têkoşîna mirovahiyê ye jî.

Ez nabim şirîkê vê bêxemiyê û ez ê tucerî qebûl jî nekim.

Ku herkesî tişta diket ser milê wê/wî bikira, wê Rêber Apo di bin vê êşkence û tecrîdê de nemabûya.

9 meh in tu agahî ji rêberê mirovahiyê Rêber Apo nayê wergirtin.

Zarokên gelê Kurd ê bi rûmet, di rewşeke herî zor û zahmet de, 45 roj in greva birçîbûnê birêve dibin.

Ji bo ku agahiyek werbigirin di greva birçîbûnê de ne.

Bi hezaran jinên Kurd di girtîgehê de ne.

Ev îsyana min e.

Rewş gelekî qirîtîk e…

Gelê Kurd û dostên xwe li hemberî vê rewşê, divê li dora nirxên têkoşînê bibe yek û ji her demê zêdetir ked bide, li nirxên xwe, çand û zimanê xwe xedî derkeve û wekî welatparêz û kesekî bi rûmet bijî.

Ku vê yekê nekin, em ê wenda bikin.

Wê mirovahî winda bike, em ê destûrê nedin vê rewşê.

Li hemberî êşkence û tecrîda li ser Rêber Apo bêdengiyeke mezin heye.

Ez li hemberî vê rewşê îsyan dikim.

Ez ê nebim şirîkê vê bêdengiyê.

Em di rojên dawî yên 22. salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo de ne, dikevin sala 23’yan.

Hêzên di komploya 15’ê Sibata 1999’an de cih girtin û alîgirên wan bi tûndî şermezar dikim.

Û ji bo komplogerên navnetewî û alîgirên wan dibêjim;

Heya ku mirovahî bijî wê rêberê mirovahiyê Serok Apo, roja me rêya mirovahiyê ronahî bike.

Ev jî bila ji komplogeran û alîgirên wan re bibe ders.

Roja me serok Apo, 50 sal e rê nîşanî mirovahiyê dide û ronahî dike.

Li mirovahiyê xwedî derdikeve û wê derkeve jî.

Ji bo azadiyeke bi rûmet berdêl divê.

Kesên bi rûmet berdêl dane, ji niha û şûn ve jî wê bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv