Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Welatparêzê Kurd Halîl Şen li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir 17.02.2021

 

KOMPLOYA NAVNETEWÎ YA 15’Ê SIBATÊ
WELATPARÊZÊ KURD HALÎL ŞEN LI DIJÎ TECRÎDÊ BEDENA XWE DA BER AGIR

Welatparêz Kurd Halîl Şen, 25 sal in li bajarê Dresden a Elmanyayê dijî.

Ji bo komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo şermezar bike bedena xwe da ber agir.

Halîl Şen, çalakiya xwe li ber derê avahiya meclîsa eyaleta Dresdenê pêk anî.

Welatparêzê Kurd, 13’ê Sibatê roja Înê diyarkiribû ku wê tevlî meşa li Berlînê bibe.

Ji wê rojê û şûnde ve jî ti agahî jê nehat girtin.

Rêveberên Komeleya Dostên Elman a Kurd a Dresdenê, ji ber ku tu agahî ji Halîl Şen tunebû serî li navenda polîsan dan.

Polîsan piştî testa DNA’yê eşkere kirin, ku kesê roja Înê saet derdora 13:30’an li navenda Dresdenê bedena xwe daye ber agir Halîl Şen e.

Halîl Şen sala 1971’an li navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê.

Welatparêzê Kurd Halîl Şen, berî ku çalakiya canbexşane bike, nameyek nivîsandiye û dibêje;

“Serî de gelê Kurd, ev îsyana min li hemberî bêxemiya cîhanê ye. Ez nabim şirîkê vê bêxemiyê û ezê tucerî qebûl jî nekim.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv