MECLÎSA LEŞKERÎ YA BABÊ:
BI ÇALAKIYÊN BERSIVDAYÎNÊ DE 12 ESKER Û 10 ÇETEYÊN DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Meclisa Leşkerî ya Babê têkildarî çalakiya bersivdayînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Yaşlî yê girêdayî Babê bi cih bûbûn, daxuyaniyek da.
Meclisê destnîşan kir ku wan ev çalakî ji bo hildana tola şehîdan pêk aniye û ev agahî dan:
7’ê îlonê hêzên me qereqola Gundê Yaşlî ya Babê ku 60 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wî tê de dimînin, kirin hedef.
Çalakî bi teqemeniyeke bi bandor dest pê kir.
Di encamê de beşekî mezin ê qereqolê, maşîneyên zirxî û çeper hatin rûxandin.
Her weha wesayîtên zirxî û çekên giran ên qereqolên derdorê ku parastina wê dikirin jî bûn hedef.
Derbeyeke mezin li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hat xistin.
Di vê çalakiya bersivdayînê de bi qasî me tespît kiriye encam wiha ye.
12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin, 3 jê giran bi giştî 11 leşkerên artêşa Tirk a dagirker jî birîndar bûn.
10 çeteyên dagirkeriya Tirk hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn.
3 panzêr û 2 wesayîtên kîrpî yên dijmin û gelek avahî, mewzî, çekên giran, wesayît û alavên leşkerî jî hatine îmhakirin û şewitandin.
Di vê çalakiya bersivdayînê de hevalekî me birîndar bû û şervanên me yên çalakî kirine bi awayekî serkeftî vegeriyan baregehên xwe.
Meclisê destnîşan kir ku ew ê bi domdarî bi erka xwe ya parastina herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê û gelê rabin û ev peyam da;
Em êrişî tu hêz û welatên din nakin, lê li dijî hêzên êrişî gelê me, herêma me û şervanên me, bêdudilî bersivdayîn mafekî me yê rewa ye.