Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Di çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, kepçeyek hat îmhakirin

 

ARTÊŞA TIRK LI CÎLOYA BIÇÛK A ZAPÊ ŞIKEST
HPG: DI ENCAMA ÇALAKIYÊN HÊZÊN ME DE DAGIRKER JI GIRÊ ŞEHÎD SEFQAN VEKIŞIYAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê encama berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi daxuyaniyekê ragihand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 8’ê Îlonê de ragihandibû, ku artêşa Tirk li dijî Girê Şehîd Sefqan ê bi ser Cîloya Biçûk a Zapê ve dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye û hêzên gerîla jî lê dane.

Di daxuyaniya dawî de jî ev agahî dan:

Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li Zapê

8’ê Îlonê serê sibê, dagirkeran xwestin ji Cîloya Biçûk berê xwe bidin Girê Şehîd Sefqan.

Gerîlayan pêşî bi rêbaza sabotajê û paşê bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di encama çalakiyan de herî kêm 2 eskerên Tirk hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker ji ber çalakiyên zêde yên gerîla neçar ma ji Girê Şehîd Sefqan xwe vekişîne.

LI ZAP Û METÎNA ÇALAKIYÊN GERÎLA
HPG: DI ÇALAKIYAN DE HERÎ KÊM 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, KEPÇEYEK HAT ÎMHAKIRIN

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Metîna

Du kepçeyên ku 8’ê Îlonê rêya dagirkeriyê li Girê Koordîne çêdikirin bûn hedefa hêzên gerîla.

Gerîlayan ji du milan avêtin ser dagirkeran.

Di çalakiyê de kepçeyek hat îmhakirin û dagirkerek jî hat cezakirin.

Kepçeya din jî ji gerîlayan derb xwar.

QADA BERXWEDANÊ YA WERXELA AVAŞÎNÊ
HPG: LEHENGÊN ME LI DIJÎ ÊRIŞAN HEMÛYAN BERXWEDANA XWE DIDOMÎNIN

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî berxwedana li Werxela Avaşînê jî ev agahî hatin parvekirin:

8’ê Îlonê artêşa Tirk 18 caran bi teqemenî û gazên bi jahr êrişî Qada Berxwedanê ya Werxelê kir.

Eskerên Tirk paşê xwestin ber bi qada berxwedanê ve biçin.

Lê vê derê ji nêz ve di navbera Berxwedêrên Werxelê û dagirkeran de şerekî dijwar qewimî.

Dagirkerên nekarîn bipêşkevin careke din bi teqemenî û gazên bi jahr êrişî qada berxwedanê ya Werxelê kirin.

HPG’ê got, li dijî êrişan hemûyan lehengên me yên Werxelê bi biryardarî berxwedana xwe bênavber didomînin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv