DAYÎKA ŞENGALÎ GEWRÊ SILÊMAN:
XELKÊ ÊZIDÎ ÊDÎ ZANE XWE BIRÊVE BIBE Û BIPARÊZE
Gotina “Ferman” tenê “qirkirinê” tîne bîra Êzidiyan…
Heya niha di 73 fermanan re derbas bûne.
Herî dawî jî 3’ê Tebaxa 2014’an di fermanê re derbas bûn.
Xelkê Êzidî, piştî fermana dawî êdî xwe birêxistin dike û diparêze.
Ev jî bi xwe re bawerî û girêdana bi axê re tîne.
Gewrê Silêman, yek ji şêniyên Şengalê ye ku dema fermanê neçar maye herêmê terk bike.
Piştî 7 salan, careke din ji kampa Erbet berê xwe da axa bav û kalan Şengalê.
Piştî vegeriya Xanesorê, rêveberiya xweser pêdiviyên wê dabîn kir.
Gewrê Silêman dibêje; “Tiştekî wekî axa mirov, bawerî û gelê wê nîn e…”