Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Rêber Apo nirxandina têkiliyên mafya û dewletê

 

JI RÊBER APO NIRXANDINA TEKILIYÊN MAFYA Û DEWLETÊ
‘EV PEREGALA ÇETE BI AVABÛNA GLADYOYÊ YA DI NAVA NATO DE DEST PÊ KIR’

Rêber Apo heta niha gelek caran, der barê têkiliya dewlet-mafya-çetevaniyê ya li Tirkiyê de tespîtên girîng kirine.

Gelek analîzên wî weke pirtûk jî hatin çapkirin.

Rêper APO dide diyar kirin ku fînansorên çeteyên di nava dewletê de Amerika ye.

Weke nûmûne dide zanin ku dewletên endamên NATO’yê di bin navê rêxistina Gladyo de li hemberî tevgerên komunist şer dikirin.

Ji Tirkiyê jî Alparslan Turkeş birin li Amerika perwerdehiya kontrgerilla danê û ew tevlî Gladyo kirin.

Qismek ji nirxandinên Ocalan wiha ne:

Li Tirkiyê MHP temsîla çete ya di nava dewletê de ye.

Mehmet Agar jî di nav wê rêxistinê de ye.

Tevgera Teşkîlati Mahsûsa, piştî salên 1990’î ji nû ve ket dewrê û di artêşê de bû serdest.

Daîreya Şerê Taybet a di nav artêşê de destpêka salên 1990’î de zêde bûye.

Dogan Gureş bi temamî xwe spartî ye vê komê û hevrikên xwe ji holê rakirine.

Rêber Apo bi birdixe ku di sala 1993’yan de çete pir xurt bûn û daxilî her cure cinayetan bûn û dibêje:

JI RÊBER APO NIRXANDINA TEKILIYÊN MAFYA Û DEWLETÊ
‘NÛNERÊ ÇETEYAN DI NAVA DEWLETA TIRK DE ALPARSLAN TURKEŞ BÛ’

Saziyên dewletê nikaribûn li hemberî wan bisekinin.

Mesela, kuştina Mehmet Sîncar, Bîtlîs Paşa, heta kuştina Tûrgut Ozal karên vê çeteyê ne.

Kuştinên failên wan ne diyar hemû, şewitandina gundên Kurdan, avakirina teşkîlata cerdevanan, pêşxistina şebekeyên tiryakê, karên vê rêxistinê ne.

Dîsa ji sedî heştêyê bazirganiya tiryaka Ewropayê ketiye destê van çeteyan.

Rêber Apo dide zanin, ku ev çete dikarin generalên artêşê jî bikujin an jî wan tayinî deverên din bikin û wiha dewam dike:

Ev mantiqa çete ya di nava dewletê de, hem gel hem jî derdorên li qada navneteweyî dixapîne, manîpule dike û dîn dike.

Ev yek ji xwe re kiriye siyaseta sereke.

Niha her kes vê dibîne.

Bi rojevên sexte rojê çend caran dil û moralê gel serûbino dike.

Ev ruhê Kemalîzmê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv