ÊŞKENCE LI HEVSEROKÊ HDP’Ê KIRIN
ESKERÊN TIRK ÊRIŞÎ KENAN KAYDÛ KIRIN
Gerîlayê HPG’ê Oner Kirmaz bi nasnav Mahîr Farqîn 14’ê Nîsanê li navçeya Amedê Licê di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû.
Malbatê cenazeyê kurê xwe girt.
Malbatê xwest cenazeyê Mahîr Farqîn li goristana gundê Mêreliya yê navçeya Farqînê veşêre.
Eskerên Tirk ji bo kes beşdarî merasimê nebe dor li gund girtin.
Tevî vê yekê jî bi sedan kes tevlî merasîmê bûn û bi awayekî girseyî cenazeyê gerîlayê HPG’ê hat veşartin.
Ji rêvebirên rêxistina HDP’a Farqînê jî şendeyekê xwest biçe gundê Mêreliya.
Şandaya HDP’ê ji aliyê eskerên Tirk hat astengkirin.
Eskeran li derveyî gund pêşi li şandeya HDP’ê girt û nehiştin derbasi gund bibin.
Hevserokê HDP’a Farqînê Kenan Kaydû nerazîbûn nîşanî astengkirinê da.
Eskeran êrişî wî kirin û bi lêdanê ew li wesaîta eskerî siwar kirin.
Di nava wesaîtê de jî êşkence li Kenan Kaydu hat kirin.
Ji ber lêdana eskeran Kaydû ji ser hişê xwe ve çû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûf Azîzoglû.
Li ser êrişkarî û êşkencaya eskeran Kenan Kaydû ji ajansa Mezopotamyayê re wiha axifî;
“Ji me re gotin hûn hatine çi? Nehiştin em derbasî nava gund bibin û di navbera me de nîqaş çêbû.
Êrişî min kirin, ez xistim wesaîta xwe, ji paş ve destên min kelemçe kirin û li min dan.