Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana girtiyên azadiyê di roja 184’an de ye

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ DI ROJA 184’AN DE YE

Dîlên azadiyê di 27′ Mijdara 2020’an ji bo azadiya fizikî ya rêber Apo di greva biirçîbûnê ya bêdem û bidorveger de ne.

Berxedana wan di roja 184’an de bi koma 37. de berdewam dike.

Li gel çalakiyên greva birçîbûnê li dijî girtiyan binpêkirinên mafan jî zêde bûn.

Girtiyê bi navê Îbrahîm Ateş ev 25 sal in dîlgirtiyê û niha li li girtigeha Meletiyê de ye.

Îbrahîm 25’ê Gulanê bi reya Telefonê bi birayê xwe Abdulgaffûr Ateş re axivîyê û zextên li girtigehan ragihandiye.

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ KOMA 83’YAN DEWR GIRT

Bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr jî çalakî bi heman armancê didome.

Greva ku 18’ê Kanûnê bi pêşengiya Meclisa Îştarê destpêkirî di roja 163’yan de ji aliyê koma 83. ve hat dewrgirtin.

Li ser navê koma 82’an Bişeng Ustun axivî û daxuyakirin ku ji bo kurda berxedan weke nan û avê pewîste.

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
ÇALAKIYA LI KAMPA LAVRÎO KOMA 30’Î DEWR GIRT

Kurdên li kampa Lavrîo jî li dijî tecrîda li Imraliyê li ber xwe didin.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger di roja 146’an de didome.

Çalakî îro ji aliyê koma 30.ve ku di nava wan de aktivîstê aşîtiyê Yannis Vasilis Yaylali cîh digirê dewr girt.

Li ser navê koma 30. Ahmet Kaya axivî û berxedana gerîla a li dijî dewleta Tirk a dagirker silav kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv