“BILA AMERÎKA Û NATO DESTÊ XWE JI KURDISTANÊ BIKŞÎNIN”
LI BRUKSELÊ LI BER SEFARETXANEYA AMERÎKAYÊ ÇALAKÎ PÊK HAT
Kurdistaniyên li welatên Ewrûpayê bi pêşengiya NAV-BEL’ê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek pêk anîn.
Çalakî bi silogana “ji Şer re na, Amerîka û Nato destê xwe ji Kurdistanê bikşînin” li ber sefaretxaneya Amerîkayê pêk hat.
Nûnerên Rêxistina Na Ji Şer Re û Rêxistina Navneteweyî ya Têkoşîna Gelan jî piştgirî da çalakiya Kurdistaniyan.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bêdengiya welatên Rojavayî û Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê hatin şermezarkirin.
Hevserokê NAV-BEL’ê Davût Keskîn axaftinekir û bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.
Nûnerê Rêxistina Na Ji Şer Re Andy Vermaut jî diyar kir ku sûcên Amerîka û NATO’yê ne tenê li Kurdistanê bandorê li Rojhilata Navîn hemûyî bandor dikin
Andy Vermaut got, ew piştgiriya gelê Kurd dikin û bi dawazên wan re.
Li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk, Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê û HBDH’ê jî nûner axivîn.