Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsa Meral Çîçek nivîsa ‘Dagirker kî ye’ 04.11.2020

 

DAGIRKER KÎ YE !
MERAL ÇÎÇEK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Di rojnameya Serxwebûnê ya Hezîrana 1983’an de hevpeyvîna serokê PDK’ê Mesûd Barzanî heye. Barzanî wê demê ji bo êriş û gefên Dewleta Tirk wiha dibêje; Bêguman hêzên emperyal herî zêde pişta xwe didin rejîma faşîst a Tirk. Eger rejîma Tirk li dijî xelkê Iraqê bi taybet jî xelkê Kurdistanê mudaxele bike wê li dijî vê êrişkariyê Eniya Niştimanî ya Demokratîk a Iraqê bi awayekî fedekarî bisekine. Di nava Tirkiyê de sekna li dijî rejîma Tirk wezîfeya her hêzeke Kurdistanî ye. Di vê rewşê de wê Eniya Niştimanî ya Demokratîk a Iraqê ji bo hêzên ku li dijî rejîma Tirk bisekinin her tiştî pêşkêş bike.

Ev hêza ku Barzanî behsa wê dike ji PDK, Partiya Komunîst a Iraqê, Partiya Sosyalîst pêk tê. Beriya hevpeyvînê jî Barzanî li Şamê bi Sekreterê giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatibû cem hev û di navbera herdu partiyan de peymanek ji 11 xalan hatibû îmzekirin. Di peymanê de ji bo rizgariya netewî ya Kurdistanê li dijî rejîmên Tirk û Iraqê biryara şer hatibû dayîn.

Piştî ku Barzanî ji rojnameya Serxwebûnê re axivî û şûnde ango Gulana 1983’an dema ku Dewleta Tirk êriş bir ser Başûrê Kurdistanê, PDK şer nekir û xwe vekişand. Sînor vala kirin. Pêşmergeyên ku ev yek qebûl nekirin hebûn û bi PKK’ê re şerê dagirkeriya Artêşa Tirk kirin. Dagirkeriya Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê wilo dest pê kir. Eger wê demê PDK li gorî peymana ku bi PKK’ê re îmze kiribû tevgeriya ba ango şerê dagirkeriyê kiriba wê Dewleta Tirk niha nekarîbû wilo rehet ketiba Başûr. Wê dagirkerî hatiba têkbirin. Gerîlayên PKK’ê ji Garê heta Xakurkê di encama berxwedanê de bi cih bûn. Berxwedan jî bi peymana ku PDK’ê re îmze kiribû dest pê kir. Nêzî 40 sal in hebûna gerîlayan ji Behdînan heta Xakurkê ji wê peymanê tê.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di dawiya hevpeyvînê de jî dibêje zilm û zordarî li ber yekîtiya netewî ne tiştek e.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv