ÊRÎŞÊN HOVANE YÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
ZÊDETIRÎ 100 KÛÇÊKÊN HAR BERDA GUNDÊN AMÛDÊ Û DIRBÊSIYÊ
Dewleta Tirk a dagirker, li hemberî Kurdan her rê û rêbazê bikar tîne.
Rêbazeke ku berê gelek caran li Bakurê Kurdistanê pêk anîbû, niha jî li Rojavayê Kurdistanê xistiye meriyetê.
Dewleta Tirk, zêdetirî 100 kûçikên har, ku di nava wan de yên qidûsî jî hebûn, di deriyê sînor re derbas kir û berda gundên navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê.
Şêniyên gûnd diyar dikin ku ev ne cara yekê ye, dewleta Tirk berê jî serî li van rêbazan dabû.