Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsa Zekî Bedran nivîsa Xeleka li dora Erdogan teng dibe 04.11.2020

 

ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ
XELEKA LI DORA ERDOGAN TENG DIBE

Erdoganê dildarê xelîfetî û sultaniyê ne Rojhilata Navî tene bûye bela serê dinyayê tevê. Çawa ku di sedsala 20. de bi derxistina Şerê Cîhanê yê 2. belayeke mezin ji dinyayê re çêkir, Erdogan jî di sedsala 21ê de rêwiyê heman rê ye. Ebubekir El Bexdadî jî di binê navê dîn de xelîfetiya xwe ragihand û xwest bibe hêz. Lê zemînê wî tinebû. Dixwest bi şidet û terorê rê ji xwe re veke. Xelîfetiya wî hinekî bi rêbaza eşqiyayan bû. Lê rewşa Erdogan cuda ye. Pêşiyên wî Osmaniyan bi dagîrkirina Misrê bi darê zorê xelîfetî bi dest xistibûn. Niha jî hêza artêş û dewletê bi kar tîne. Ji bilî wê li Sûriyê hin herêm dagîr kirine. Dixwaze bi çeteyên kom kirîn li ser textê xelîfetiyê rûne. Çawa ku her kes zane, İttihat Terakki û Mustafa Kemal li ser bingehê miliyetgiriyê xwestin dewleta xwe ava bikin. Ermen, Asur û Rûm qir kirin. Kurd digel ku misilman jî bûn, bûn goriyên dildariya tirkîtiyê û sed sal in di nava pencên qirkirinê de ne. Tirkiye ji bo fetisandina Kurdan artêşa xwe xist Sûriye û Iraqê. Li ciyên dagîr kirîn bi cî dibe. Sîstem, hişmendî û çanda xwe serdest dike. Ya herî zêde bûyî sedama xerabûna Sûriyê û xurtbûna DAIŞê faşîzma Erdogan e. Bi hezaran ji xizanên Ereban çete çêkirin û li Sûriyê, Libya û Azerbeycanê dide şerkirin. Ji bo mayîndekirina dagîrkeriya xwe hem bi Emerîka, hem bi Rûsya re li hev dike.

Bi bikaranîna endamtiya xwe ya NATO û koçberên Sûriyê gefan li Ewropa dixwe. Li herêmên Tirkiyê dagîr kirîn rêxistinên weke DAIŞ û El Nusra bi hêsanî tev digerin û xwe birêxistin dikin. Digel ku dinyayê tevê dev ji van rêxistinên bixeter berdaye, Erdogan tevan diparêze. Ji bo ku li hemberî Ewropa, Rûsya û welatên Ereb bi kar bîne wan di destê xwe de digire. Çawa ku di rojên dawî de li Fransa bi awayekî hovane mirov hatin kuştin. Li şûna ku Erdogan şermezar bike gefê li Fransa û welatên erebî dixwe.

Erdogan parçeyek ji NATO, Ewropa û sîstema kapîtalîst e. Ji tevayiya nimetên kapîtalîzmê sûdê digire. Çek û teknolojiya pêşketî ji wan distîne. Lê ji ber ku Fransa li hemberî êrişkariya wî dibe xwedîhelwest, Erdogan êrişî wir dike. Erdogan qaşo li hemberî Emerîka radibe û gotinên giran ji Israîlê re dibêje. Xwe weke dostê Filistîniyan nîşan dide. Lê her kes baş dizane ka çawa melawiyan ji Trump re dike. Her rengê tikiliyan bi Israîlê re didomîne. Li hemberî Rûsya NATO û Emerîka bi kar tîne. Li Idlibê bi El Nusra re itîfaqê dike û li hemberî Rûsya û Sûriyê desteka Emerîka û NATO distîne. Lê weke bere ji welatên ereb piştgiriyê nastîne. Qeter tenê li cem maye. Yên Erdogan li ser piyan digirin Pûtîn û Trump in. Weke din şansê wî nîne. Xeleka li dorê her ku diçe tengtir dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv