Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji parêzerên Rêber Apo Mahmût Şakar: ‘Pergala Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar dikare were hilweşandin’

 

JI PARÊZERÊN RÊBER APO MAHMÛT ŞAKAR:
PERGALA ÎMRALIYÊ BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DIKARE WERE HILWEŞANDIN

Ji parêzerên Rêber Apo Mahmût Şakar têkildarî pergala tecrîda Îmraliyê axivî.

Şakar, bibîr xist ku pergala Îmraliyê di rejîmeke rewşa awarte de hatiye avakirin û ev rewşa awarte bûye taybetmendiyeke sereke ya pergala Îmraliyê.

Şakar, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê ji 2014-2015’an heya niha li dor stratejiyeke têk birina Kurdan hatiye avakirin û got:

“Armanca sereke ya vê tifaqê jiholêrakirina mafan û tasfiyekirina nasnameya kurdî ye.”

Şakar, da zanîn ku Erdogan her tim dixwaze îqtidar be ji bo vê jî pergala “yekzilamî” li ser civakê ferz dike û got:

“Li ser esasê Erdogan şerê Kurdan bike pergala wî qebûl kirin.

Lewma rejîma AKP-MHP û hêzên tarî yên bi wan re tevdigerin dest bi siyaseta şikandina berxwedana Kurdan kirin.”

Şakar, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku di 3’yê Kanûna 2021’ê de ragiahndibû jî nirxand û got:

“Di piraniya polîtîkayên li hemberî Birêz Ocalan de bi awayekî helwest û pesendkirina Ewropayê jî heye.

Her wiha gava mesel dibe Birêz Ocalan, ev hiqûqê jî li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin.”

Lê gava vê dikin, bi awayekî bijarte dikin. Bi taybetî jî têkildarî meseleya kurdî û têkildarî meseleya hiqûqî ya têkildarî Birêz Ocalan bi awayekî bijarte tevdigerin.”

Parêzer Mahmût Şakar herî dawî da diyarkirin ku têkoşîna gelê kurd û dostên wan dikarin vê lîstikê xera bikin û dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv