DEWLETA TIRK GIRTIYÊN SIYASÎ DIKUJE
REWŞA GIRTIYÊ NEXWEŞ ÎSMAÎL YILMAZ Ê 68 SALÎ GIRAN E
Dewleta tirk a faşîst yek bi yek girtiyên nexweş dikuje.
Girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz ê 68 salî ku li zindana Kandirayê tê ragirtin.
Ji xeynî felcê û nexweşiya dil gelek nexweşiyên wî ên giran hene.
Parêzerê Yilmaz gelek caran ji Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê re daxwazname nivîsîn û xwest, înfaza wî bê taloqkirin û were berdan.
Lê belê hemû daxwaz bê bersiv hatin hiştin.
Wasiyê Yilmaz, Îbrahîm Hakki Eren, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên tenduristiyê yên cidî pêk tên û wiha got:
“Ev rewş bi Qanûna Înfazê zêdetir bûn.
Niha girtîgeh bûne amûrên zext, çavtirsandin û komkujiyê.
Ev polîtîkayeke dewletê ya eşkere ye.
Eren, destnîşan kir divê hemû sazî û rêxistinên çepgir û sosyalist demildest pirsgirêkên girtîgehan bixin rojeva xwe.”
DEWLETA TIRK GIRTIYÊN SIYASÎ DIKUJE
DAYIKÊN AMEDÎ: LI HEMBER ZILMÊ BIBIN DENGÊ GIRTIYAN
LI dijî binpêkirina mafên girtiyan şêniyên Amedê jî banga hestiyariyê kirin.