POLÎSAN ÊRIŞÎ HDP’Ê KIR
HDP’IYAN BI DIRÛŞMAN ÊRIŞ ŞERMEZAR KIRIN
Li navçeya Şîrînevlera Stenbolê HDP’yî yan xwest bi çalakiyekê êrişa li dijî partiya xwe şermezar bikin.
Di çalakiyê de tev endam û rêveberên HDP’ê bi sedan kes amadebûn.
Polîsan dor li çalakiyê girtin û rasterast êrişî HDP’iyan kirin û gelek kes binçavkirin.
Lê tevî êrîş û astengiyên polîsan jî girseya gel dest ji çalakiya xwe bernedan û meşiyan.
Meş heya ber avahiya HDP’ê ya navçeyê dewam kir.
Pişt re li sernavê girseyê Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu axivî û got; êrişa polîsan di esasê xwe de tirsa zîhniyeta tarî ye.