HEVSEROKÊ DESTEYA RÊVEBER A ŞENGALÊ MERWAN BEDEL XWEDÊDA
JI BO ŞEHÎDÊ ÊZIDXANÊ LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ MERASÎMEKE GIRSEHÎ HAT LIDARXISTIN
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda 7’ê Kanûnê di êrişa dagirkeriya Tirk de li Xanesorê şehîd bûbû.
Ji bo oxirkirina şehîdê Êzidxanê Şengalî li ser piyan bûn.
Cenazeyê şehîd Merwan ji nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hat girtin û pêşî ew birin mala wî.
Bi sedan kesî paşê cenaze ji vir girt û bi karwanekî wesaîtan berê xwe dan Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan.
Li nêzî şehîdgehê bi hezaran kesî darbesta şehîd Merwan Bedel hilgirt ser milan û meşiyan.
Li Şehîdgehê cenaze bi merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YBŞ û YJŞ’ê ve hat pêşwazîkirin.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk jî Heso Îbrahîm sersaxî ji bo tevahiya civaka Êzîdî xwest.
Herî dawî jî Şemê Remo li ser navê TAJÊ axivî û nerazîbûn tund nîşanî hukûmeta Iraqê da.
Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd Merwan Bedel Xwedêda li ber dirûşme, bi rê û resmên olî hat veşartin.