HÊRSA ŞENGALIYAN A LI DIJÎ ÊRIŞAN
ÊZÎDÎ JI SINÛNÊ BER BI BAREGAHA IRAQÊ VE MEŞIYAN
Bi hezaran kes piştî merasîma cenaze ya li çiyayê Şengalê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û bi taybetî jî li dijî bêhelwestiya hukûmeta Iraqê meşiyan.
Girseya gel bi meşê berê xwe da baregeha hukûmeta Iraqê ya li Sinûnê.
Li ber baregehê, ji ber ku rê li ber êrişên dagirkeriya Tirk nagire, xelkê Şengalê nerazîbûn tund nîşanî hukûmeta Iraqê da.
Paşê li ser navê girseyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen axivî.
Rîham Hesen ev pirs ji hukûmeta Iraqê kir:
Heke tu nikarî parastina wê bikî, çi karê te li Şengalê heye?
Hevseroka Desteya Rêveber got, êriş di rojeke pîroz de pêk hat.
Her carê pêşengekê me dikin hedef û dixwazin di şexsê wan de civaka Êzîdî tine bikin.
Bila baş bizanin, çiqasî em şehîd bibin jî wê fikrê xweseriyê ti carî nemire.
HÊRSA ŞENGALIYAN A LI DIJÎ ÊRIŞAN
YBŞ: PARASTIN, MÎT Û DAIŞ JI BO ME WEKE HEV IN
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî-TAJÊ jî bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir, ku bêdengiya li hemberî van êrişan tê wateya hevkariyê
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê jî daxuyaniyek da.
YBŞ’ê destnîşan kir, ku êriş bi hevkariya saziya îstîxbaratê ya PDK’ê Parastin û îstîxbarata dewleta Tirk MÎTê pêk hatiye û got, ji bo me Parastin, MÎT û DAIŞ weke hev in.
Bê me çawa DAIŞ têk bir, em ê Parastin, MÎT û xayînan jî têk bibin.