Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alî Sînemîllî: ‘Hêvî her zindî ye’

 

HÊVÎ HER ZINDÎ YE
ALÎ SÎNEMÎLLÎ / YENÎ YAŞAM

Her çiqas desthilata şer a Tirk berovajî îddia bike jî, PKK her diçe li Kurdistanê cih digire û diyarker dibe. Yên dişopînin dizanin. Rojên dawî di rojeva Başûrê Kurdistanê de êrişên DAIŞ’ê hene.

(…)
Dema mirov li herêmên ku êriş lê tên kirin dinihêre, tê xuyan ku hêzên paramîlîter yên bi dewleta Tirk û PDK’ê ve girêdayî ne li pişt vî karî ne. Tê xuyan ku PDK li bendê bû ev êriş pêk werin.

Dibêjin ku PDK dixwaze li herêmê rewşeke krîzê çêbike û hêzên xwe li vanderan bicih bike. Eger hesabeke bi vî awayî hebe, bê guman hêzên DYA û Tirkiyê jî li pişt vê planê ne. Pê geşedan çi nîşan bidin, gelo PDK wê hêzên xwe ku li dijî PKK’ê bicih kiriye derxe pêşberî DAIŞ’ê? Bi demê re evê zelal bibe.

Li vir ya girîng ewe, ku bi êrişên DAIŞ’ê re, xelkê Başûr tavilê banga piştgiriyê li PKK’ê kirin. PKK jî bi daxuyaniyekê bersiv da gel û diyar kir ku amadeye gel biparêze.

Wekî tê zanîn li başûrê Kurdistanê 30 sal e fîîlî, nêzî 20 sal e jî rêveberiyeke fermî heye. Du hêzên leşkerî bi vê rêveberiyê ve girêdayî ye û hejmara wan jî ne kêm e. Hêzeke pêşmerge ku tê gotin bi sed hezaran e heye. Tevî vê yekê jî, ya balkêş û girîng ewe ku li hemberî êrişên DAIŞ’ê ya tavilê hat bîra gel gerîla bû. Banga “Yên ku karibin me biparêze ew in” ji bo herkesî dibe peyameke cidî. Bêgumen serî de jî vê peyamê didin PDK’ê. Tevî PDK ya ku ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî başûr talan dike, li hemberî kurdên rojava û bakur şer daye destpêkirin, pêve girêdayî ev peyam ji bo Tirkiyê jî diçe.

Desthilata AKP/MHP’ê berovajî îddia bike jî, îtîbara PKK’ê di nav gelê Kurd de her diçe zêde dibe. Ji bo vê pêwîst nîne mirov dûr biçe. Dema mirov li beşdariya çalakî û pîrozbahiyên salvegera 43’yan a damezrandina PKK’ê dinihêre bi rihetî vê yekê dibîne.

Dîsa gotina wezîrê karê navxweyî yê Tirk Suleyman Soylû ya “me beşdarbûyîna PKK dawî kir” li aliyekê, di weşanên medyayê de em bi dîmenan dibînin ku ref bi ref beşdarî heye.

Bandora gelê Kurd ku li herderê berxwedan daye destpêkirin û têkoşîna gerîla di vir de diyarker e. Gelê Kurd paşeroj û hêviya xwe bi vê yekê girêdide.

Ku mirov li têştên tên gotin û rastiyên pêk tên dinihêre; tu kes girîngî nade daxuyaniyên desthilata şerê şerê taybet a Tirk û medyaya wê. Gel jî henekê xwe bi van gotinan dike, tenezul nake guhdarî jî bike. Gelê Kurd dizane ronahiyê ji ku digire û bênevber ber bi wê de dimeşe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv