Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: ‘Yên êrişî Merwan Bedel kirin wê hesab bidin’

 

KCK’Ê LI SER ÊRIŞA ŞENGALÊ DAXUYANÎ DA
“YÊN ÊRIŞÎ MERWAN BEDEL KIRIN WÊ HESAB BIDIN”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişa dagirkeriya tirk ya li Şengalê daxuyanî da.

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a mêtinger û qirker komkujiyeke din jî kir:

Bi balafirên bêmirov ên bi çek êriş birin ser Hevserokê Meclîsa Gelê Êzidî Merwan Bedel Xwedêda.

Dema ku Merwan Bedel hate qetilkirin, zarokên wî di kêliya dawî de rizgar bûn.

Yên ku ev komkujî kirin wê li pêşberî mirovahiyê teqez hesab bidin.

Civaka me Êzidî Êzidxana Azad ku hesreta Merwan Bedel bû, wê teqez ava bike, .

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
ÊRIŞ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HAT KIRIN LÊ PARASTINÊ ÎSTÎXBARAT DAYÊ

KCK’ê bi berfirehî li ser kesayeta şehîd Merwan de nirxandin kirin û destnîşan kir ku şehîd Merwan yek ji rêberên gelê Êzidî bû.

Ew ji pêşengên gelê Êzidî bû ku dema DAÎŞ’ê êriş kir, mil bi mil li gel gerîla şer kir.

Wî Êzidî li çiyayê Şengalê bi rêxistin kirin.

Em vî berxwedêrê mezin bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Êzidî re dixwazin.

Bi navê Tevgera Azadiyê em careke din destnîşan dikin ku em ê her tim bi gelê xwe yê Êzidî re bin.

KCK’ê da zanîn ku êriş ji aliyê dagirkeriya tirk ve hatiye kirin û îşaret bi rola saziya îstîxbaratê ya PDK’ê kir.

Dewleta tirk êriş pêk aniye. Lê yên îstixbarat dane, ew kes in ku ‘Parastin’ê ew li Şengalê birêxistin kirine.

Ev kes agahiyê didin MÎT’ê, agahiyê didin dewleta Tirk.

Jixwe rêveberên PDK’ê bi daxuyaniyên xwe, êrişên li dijî Êzidiyên ku ji bo xweseriya Şengalê têdikoşin, asayî û rewa nîşan didin.

Ne tenê Êzidî, Kurd hemû vê rastiyê dibînin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DEWLETA TIRK BI VAN ÊRIŞAN DIXWAZE KARÊ DAIŞ’Ê TEMAM BIKE

KCK’ê di heqê armanca êrişên dagirkeriya tirk de jî ev nirxandin kirin:

Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze êrişên qirkirinê yên DAÎŞ’ê temam bike.

Qey PDK’ê wisa difikire ku heke Şengal bê eciqandin wê rastiya wê ya ku li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe neda û Êzidî bi qirkirinê re rû bi rûnişt bê nixumandin.

Halbûkî eger Êzidî xweser bibin û PDK jî vê qebûl bike, hingê ew dikare rewşa ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ket navê, telafî bike.

Ew kesên ku di komkujiyên Şengalê de îstîxbarat dane jî, di dîroka Êzidiyan de wê timî bi xiyanet û nebaşiyê bên bibîranîn.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
EGER MERWANEK ŞEHÎD BÛBE DIVÊ BI DEHAN MERWAN ŞÛNA WÎ TIJÎ BIKIN

KCK’ê îşaret bi girîngiya xwedîderketina li ked û têkoşîna şehîdan kir û got:

Divê Êzidî Mam Zekî, Mam Beşîr, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî û Merwan Bedelî ji bîr nekin.

Ji bo dilsoziya bi wan re divê xwedî li doz û armancên wan derkevin.

Eger Merwanek şehîd bûbe divê bi dehan, bi sedan Merwan li şûna wî bêne bicihkirin.

Azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Ji bo careke din ferman nebe, pêwîstî bi Êzidxana azad û xweser heye.

Ji bo bîranîna şehîdan yekane bersiva rast divê azadî û xweseriya Êzidiyan be.

KCK’ê destnîşan kir ku ew bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd bang li Êzidiyan hemûyan dikin ku ji bo hesreta Merwan Bedel û şehîdên Êzidxanê hemûyan, têkoşîna ji bo pêkanîna Êzidxana xweser û azad mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv