ÊRIŞA LI DIJÎ NEXWEŞXANA LI GUNDÊ SIKÊNIYÊ YÊ ŞENGALÊ
HEVALÊ ME ÎBRAHÎM ÊZIDÎ CAREKE DIN ÊRIŞA LI DIJÎ NEXWEŞXANEYÊ BELGE KIR
Dewleta Tirk a dagirker 16 û 17’ê Tebaxê bi balafirina êrişî Şengalê kir.
Di êrişa dewleta Tirk a li dijî nexweşxaneya gundê Sikêniyê de 4 jê xebatkarên tendiruristiyê 8 kes şehîd bûn.
Hevalê me Îbrahîm Êzîdî jî çû gundê Sikêniyê û careke din bi dîmenan belge kir ku dewleta Tirk nexweşxane bombe kiriye.
JI BIRÎNDARÊN NEXWEŞXANA SIKÊNIYÊ HESEN REŞO
“HEDEF Û ARMANCA DEWLETA TIRK TINEKIRINA CIVAKA ÊZIDIYE”
Ajokarê ambulansê Hesen Reşo jî di êrişa li dijî nexweşxaneyê de birîndar bû.
Hesen Reşo dibêje nexweşxaneya Sikêniyê pêşwaziya hemû kesî dikir.
Li gorî Hesen Reşo armanca dewleta Tirk û hevkarên wê tunekirine civaka Ezidî ye.
Hesen Reşo wekî din vê peyamê dide.
OLDARÊN ÊZIDIYAN SERDANA GORÊN ŞEHÎDAN KIR
“EM BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û IRAQÊ DIKIN PÊŞÎ LI ÊRIŞAN BIGRIN”
Di vê navberê de desteya Oldarên Êzidiyan jî serdana gorên şehîdan kirin.
Oldaran li ser gora fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen daxuyanyek da.
Û êrişa dewleta Tirk a dagirker weke hewldanên dewamkirina fermanên nû nirxandin.
Li sernavê desteya Oldaran Şêx Elyas axivî û bang li Iraq û Neteweyên Yekbûyî kir ku pêşî li êrişan bigrin.