PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI XAKURKÊ Û ZAPÊ GERÎLAYAN LI DAGIRKERAN DAN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li Xakurkê û Zapê gerîlayên HPG û YJA-Starê li artêşa dewleta Tirk dagirker dane.
Gerîlayan çalakî bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li darxistin.
HPG’ê ev agahî dan:
18’ê Tebaxê hêzên me bi çekên giran dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan ê Xakurkê kirin hedef.
Gerîlayan bi awayekî serketî li çeperên dagirkeran dan.
21’ê Tebaxê hêzên me li Cîloya Biçûk a Zapê bi çalakiyeke sekvanî li eskerên Tirk dan.
Di çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî berxwedana li tunelên şer a li Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê jî ev agahî dan:
22’yê Tebaxê artêşa Tirk piştî Girê Sor bombe kir, xwest ber bi tunelên şer ve biçe.
Berxwedêrên Girê Sor dest li vê hewldanê werdan.
Di encama vê yekê de dagirker bêencam vekişiyan.
Heman rojê û 23’yê Tebaxê qada berxwedanê ya Werxelê ji qereqolên li ser sînor bi çekên giran hat bombekirin.
Dîsa 22’yê Tebaxê artêşa Tirk qada berxwedanê Werxelê 5 caran bi teqemeniyan bombe kirin.
Piştî bomberdimanê, dagirkerên ku xwestin pêşde biçin, bersiva xwe ji berxwedêrên Werxelê girtin û vekişiyan.
HPG’ê her wiha ragihand, ku quntarên Girê Çarçel ê Metîna, qada Tîpa T û Girê Şehîd Simko yên Zapê bi balafirên şer û helîkopteran, 22yê tebaxê hatine bombekirin.
ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA 4’Ê TEBAXÊ LI METÎNAYÊ WEŞAND
Li aliyê din Gerîla Tv jî dîmenê çalakiyekê weşand.
Çalakî 4’ê Tebaxê li dijî dagirkerên li Boxaza Girê Milîtan a Metîna bi rêbaza sekvaniyê pêk hatibû.
Di çalakiyê de eskerekî Tirk hatibû kuştin.