Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya tendurustiyê ya KCK’ê bang li saziyên navnetewî kir

 

ÊRIŞA LI DIJÎ NEXWEŞXANA SIKÊNIYÊ
KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ YA KCK’Ê BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ KIR

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga vekirî li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, sendîka û xebatkarên tenduristiyê, komeleyên mafên mirovan, însiyatîfa aştiyê, Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û hikumeta Iraqê kir.

KCK’ê êrişa li dijî nexweşxana Sikêniyê bi bîr xist û wiha got:

Em êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Nexweşxana Sikêniyê ya Şengalê şermezar dikin.

Ji ber bombardûmana 17’ê Tebaxê ya li ser nexweşxanê yek jê zarok, wezîfedarên tenduristiyê û nexweş bi giştî 8 kes bi rengekî hovane hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Em sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, civata tenduristiyê û gelê xwe re dixwazin, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin.

KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ YA KCK’Ê:
“DEWLETA TIRK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC DIKE”

KCK’ê destnîşan kir ku bombekirina nexweşxane û saziyên tenduristiyê yên xizmeta mirovî dikin li gorî hiqûqa navnetewî sûc in:

Ev yek ne sûcê pêşî ye ku Komara Tirkiyê dike.

Beriya niha li Bakur, Başûr, Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê bi bombardûmanan ku gelek caran kir, komkujî li sivîlan kir, xweza wêran kir.

Mîna li Efrînê kir; cih û war vala kirin, mirov revandin û bi êşkenceyê kuştin.

Salên derbasbûyî li cih û warên Qendîlê bi bombardûmanê nexweşxana ku xizmet dida gundan hilweşand.

Wesayita ku Solîn a pitik û malbata wê tê de bûn 24’ê Tebaxa 2011’ê bi zanebûn kir hedef û malbat bi temamî îmha kir.

Wekî din sala 2014’an di encama bombekirina gundê Zergeleyê de 10 sivîl qetil kir.

Sûcên desthilatdariya AKP’ê ya faşîst ne tenê ji van ên dema nêz pêk tên; li dijî Kurdan polîtîkayeke tunekirinê ya bi rêk û pêk dimeşîne, qirkirinê dike.

Ji ber ku hesabê van sûcên bi salan ên dewleta Tirk li qada navnetewî nehat pirsîn, 17’ê Tebaxa 2021’ê li Şengalê û Rojava sûcên nû kirin.

KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ YA KCK’Ê
“DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWÎ LI DIJÎ SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK TAVILÊ BIKEVIN TEVGERÊ”

KCK’ê ji bo pêşîgirtina li qetilkirina sîvîlan, bang li saziyên navneteweyî kir ku rol û berpirsiyariyên xwe derhal bicih bînin.

Em bang li raya giştî dikin ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemîne.

Heta ku ev bêdengî bidome, wê ev komkujî raneweste.

Wezîfeya mirovî ya her kesî ye ku dawî li vê bêwijdaniyê, bêexlaqiyê bîne.

Bêdengî dide kuştin, her bêdengî dibe sedema rûdana komkujiyên nû. Dem hatiye dawî li vê yekê bê anîn.

Em bang li doktoran û kedkarên tenduristiyê dikin ku bi şiryara ‘Bes e ji sûcên şer’ ên dewleta Tirk re, ji bo azadiya her kesî, ji bo hilweşandina faşîzmê têbikoşin, seferber bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv