Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji ber zext û zoriyan 11 girtî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne

 

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI GIRTÎGEHA KIRIKLAR A BÛCAYÊ
JI BER ZEXT Û ZORIYAN 11 GIRTÎ 39 ROJ IN DI GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Li girtîgehên Tirkiyê mafên sereke yên girtiyan hatine astengkirin.

Ji ber zextê 39 rojin 11 girtiyên li girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Girtiyên li malbatê xwe geriyan dan zanîn ku gelek girtî xistine hûcreyên takekesî û zilm û neheqiyê li wan dikin.

Kamera xistine tuwalet, banyo û odeyên wan. Ser hewadariyê bi têlan girtine û dest danîne ser pirtûkên girtiyan.

Li aliyekî din girtiyê bi navê Harun Kaya bi rêya malbata xwe ragihand ku ji ber sepandina lêgerîne nav devan û muayena dest bi kelepçekirî qebul nakin nayên dermankirin.

Ji girtîgeha girtî ya Keyseriyê jî Mehmet Kurt beyî agahiyê bidin malbata wî sewqî dereke din kirin.

Malbata girtî da zanîn ku rayedarên girtîgehê agahiyan nadin wan.

Birayê Mehmet Kurd, Îdrîs Kurd da diyar kir ku ew ji tendirûstiya birayê xwe bi fikar in.

Li gorî agahiyan Hevşaredarê Sûra Amedê yê berê Seyît Narîn jî li girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê qeyrana dil derbas kir.

Hate zanîn ku Narîn hat anjiyokirin û li beşa lênerîna lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Rizeyê dermankirina wî didome.

Hewldanên ji bo berdana girtiyên nexweş jî berdewam in.

Li Amedê nûnerên rêxsitinên civakî û partiyên siyasî di pêşengiya Komeleya 78’an de li Deriyê Çiya daxuyanî dan.

Li ser navê saziyan Hevserokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş axivî.

Bariş got: Ji girtîgehan cenaze derdikevin. Em dixwazin zarokên me yên girtî bên berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv