Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: ‘Siyaseta zelal’

 

SIYASETA ZELAL
AHMET AKTAŞ / RONAHÎ

Gelek alî û kes, li ser vê siyaseta zelal a Kurdan dipeyivin û bi giranî li ser vê ne zelelayê rexneya li tevgêrên Kurdistanî dikin. Erê her çendîn siyaseta Kurdistanî hemû bi hev ve girêdayî be jî, ji ber ku siyaset li Rojava germtir e, lewma ev mijar li vir zêdetir di rojevê de ye.

Balkêş e ku Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî, li ser vê mijarê bi rexnegerî got; “Kurd, tên vêderê jî lê di siyaseta xwe de ne zalal in û hwd.”!

Ne kesekî ji rêzê ye Lavrov, ne bi tenê Kurdistanê; siyaseta cîhanê jî baş nas dike. Lê wisa diyar e, wê zihniyeta xwe di ser cîhanê re dibînin, di rêveberiyên van dewletên sergirdên cîhanî de gelek li pêş e. Di vê gotina wî de ya ji bo Kurda gotiye de, gelek eşkere tê dîtin ku çendin gelên mîna Kurdan ên bindest biçûk dibînin.

Lê divê êdî zanibin Kurd ne Kurdên berê ne. Him êdî zana bûn e, him jî êdî xwedî siyasetek hêja ya serbixwe ne û siyaseta wan êdî ne veşirti ye. Ji xwe eşkere ji raya giştî ya cîhanê re jî dibêjin. Her wiha wexta tên cem we jî, gelek bi zelalî ji we re jî dibêjin, ka çi dixwazin û hwd!
(…)

Gelê Kurdistanê, bi bêbextiya Rûsyayê, dewleta Tirka çawa Efrîn dagir kir, jibîr nekiriye. Lewma wexta ku dewriyeyên wan derbasî gund û bajarên Rojava bûn, gel bi kevir û daran li maşînên wan ên leşkerî dan. Ev hêrsa gel, niha jî dewam dike. Heman hilwest û bertek, piştî dagirkirina dewleta Tirk a Serêkaniyê û Grêspî, li dijî dewriyeyên Emerîka jî hate nîşandan.

Kurt kurmancî Lavrov, dixwaze tevgera gelê Kurdistanê (Rêveberiya Xweser) bixe xizmeta siyaseta xwe. Wateya vêna jî, “têkiliyên xwe ji Emerîka biqetînin, werin bikevin xizmeta me û xwe radestî rejîma Şamê bikin”!

Cewherê armanca Emerîkayê û armanca siyaseta hemû dewletan ev e!
(…)

Erê di nava Kurdan de yên dev ji rizgariya welat û gelê xwe berdane û ketine xizmeta wan jî hene; Rêveberiya Erbîlê û ENKS’ê! Bila li hev bimbarek bin.

Em û gelê xwe û dostên rast jî li hev bimbarek bin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv