KOMELGEHA JINÊN AZAD A ROJHILATÊ KURDISTANÊ – KJAR:
“LI DIJÎ HIŞMENDIYA DIXWAZE JIN Û JÎNGEHÊ TUNE BIKE, EM TÊBIKOŞIN “
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li dijî kuştina jin û jîngehê kampanyayek daye destpêkirin.
KJAR’ê derbarê mijarê de ev agahî da:
“Sala 2021’an ji bo jinan û jîngehê saleke gelek dijwar bû.
Hem jin hem jîngeh ketin ber êrişên desthilat û dagirkeran..
Ev êriş li Kurdistanê hem di asta desthilatê de hem jî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve bi awayekî sîstematîk tên meşandin.
Li Îran, Belûcîstan û Rojhilatê Kurdistanê rojane jin tên kuştin, daristan tên şewitandin û pêşiya rûbaran tên girtin.
Ji ber van kiryarên rejimê jî karesatên mezin ên xwezayî û mirovî çêbûn.
Em kampanyek bi dirûşma ‘Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşîn’ radigihînin.
Çi erkek bikeve ser milê me em amade ne, bi cih bînin.
Bi vê mebestê em bang li gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jinan dikin, tevlîbûnek xurt ji vê kampanyê re bikin û li dijî hişmendiya dixwaze jin û jîngehê tune bike, em têbikoşin.”