RIZGAR DENÎZ ADANMIŞ
18’Ê KANÛNA 2017’AN ŞEHÎD BÛ
Rizgar…
Ew lawê esîl û dilsoz yê Botanê…
Ew, ji warê pêşeng yê pêngava Egîd û Bedranan ya 15’ê Tebaxê…
Rizgar Adanmiş, ango Rizgar Denîz li Sêrtê çavên xwe li dinê vekir.
Weke gelek malbatên ji Botanê, malbata Rizgar jî ji zilm û zora dewleta Tirk bêpar nema…
Lewma, di sala 1996’an de malbata Rizgar Adanmiş ket ser riya koçberiyê û berê xwe da Başûrê Kurdistanê…
Malbata Adanmiş ku bi welatperweriya xwe tê nasîn, di salên penaberiyê de tevî gelek zor, zehmetî, şert û mercên şer jî ti carî dest ji têkoşîna xwe berneda.
Rizgar ê bi temenê biçûk ket ser riyên koçberiyê;
Tevî malbata xwe û gelek malbatên din li gelek kampên penaberan ma.
Û ew li kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê mezin bû…
Rizgar, heta dibistana amadeyî li kampê xwend û zanîngeh jî li Hewlêrê di beşa ragihandinê de xwend.
Hevrêyê me Rizgar, ji bo rastiya gelê xwe û welatê xwe ji cîhanê re ragihîne, di sala 2012’an de dest bi kar û xebatên çapemeniya azad kir.
Rizgar, pêşî li herêma Başûrê Kurdistanê dest bi xebatên rojnamevaniyê kir;
Û dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, Rizgar ji bo bibe dengê Êzîdxanê berê xwe da Şengalê.
Li Şengalê ji bo êş, azar, berxwedan, şahî û kêfxweşiya wî gelî ragihîne, bêyî dûdilî xebitî û jiyana li Şengalê bi riya reportaj,
nûçe û bernameyên televîzyonan ji temamê raya giştî re ragihand.
Rizgar, piştî Şengalê ji bo rastiya Şoreşa Rojava ragihîne berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.
Ew, ji bo tehm û bêhna şoreşa azadiyê ya li Rojava ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne, hertim di eniyên pêş ya şer de pêngavên rizgarkirinê şopand.
Rizgar Denîz ê paşnavê xwe ji hevrêya xwe Denîz Firat girtibû;
Ji bo layiqî wê bibe di eniya herî pêş de xebitî û bû deng û rengê Şoreşa Rojava..
Rizgar Herî dawî weke nûçegîhanê ajansa nûçeyan a Hawarê û Kanala me Stêrk tv, pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê dişopand.
Ew her roj bi dîmen û nûçeyên rizgarkirina sîvîlan û gundan mizgînî dida mirovahiyê.
Lê belê gelekî heyf û mixabin, êvara 12’ê Cotmeha 2017’an de dema ku Rizgar û hevreyên me Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed rizgarkirina sîvîlan ya li Dêrazorê dişopandin rastî êrişeke hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hatin.
Çeteyên DAIŞ’ê wesaîteke mezin a tije bombe ajotin ser sîvîlan û komkujiyek mezin pêk anîn.
Di encama wê êrişa hovane de 200 sîvîlên Dêrazorê tevî rojnamevan Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed jiyana xwe ji dest dan…
Rizgar jî di wê êrişa bêbext de bi giranî birîndar bû û 70’ê rojan têkoşina jiyanê da.
Rizgar piştî berxwedana 70 rojan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 18’ê Kanûna 2017’an de şehîd bû.
Ew bû deng û rengê berxwedana li Kurdistanê.
Ew bi biryardarî û eşqa azadiyê li ser rêça Denîz û Xelîlan meşiya…