Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Heqî Armanc: Faşîzma tarî li dijî tevgera azadiyê êrişeke mezin destpê kiriye 18.12.2020

 

JI FERMANDARÊN HPG’Ê HEQÎ ARMANC:
“FAŞÎZMA TARΔ LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ ÊRIŞEKE MEZIN DESTPÊ KIRIYE

Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc, têkildarî şerê gerîlla li dijî dagirkeriya Tirk û tevgera PDK’ê ya demên dawî, ji Ajansa ANF’ê re axivî..

Hakî Armanc bi bîr xist ku rêjîma AKP-MHP’ê li gel hêzên tarî li dijî tevgera azadiya Kurdistanê şerek mezin destpêkiriye û wiha dewam kir:

Li dijî hebûna gelê Kurd êrişên qirkirinê di dewrê de ne. Di nav êrişan de li gel rêjîma AKP’ê gelek hêzên din ên tarî û noker jî cihê xwe digrin.

Em îro li ser şopa dirûşmeya “Berxwedan Jiyana e” a pêşengên xwe û gotina Mehmet Tûnc a “em çong daneyînin” dimeşin. Ji xwe ji bilî vê yekê ti rêyeke din a serkeftinê jî tine ye.

Niha a girîng ew e ku bi qasî şopdariyê, em bibin layîqê van hevrêyên xwe.

Li hemberî êrişên qirkirinê, gerîllayê Kurdistanê di nava berxwedaneke bi rûmet de ne.

Têkoşîna li Heftenînê jî nîşaneya herî ber biçav e. Li vê herêmê bi wêrekî û biryardariya gerîllayên ciwan, tevgera me li dijî teknîka cîhanî ya herî pêşketî şer dike.

Dibe ku dijmin bi saya vê yeknîkê li hin deveran bicih bûye, lê gerîllayên me li her devera dagirkirî derbên giran li wan didin.

Dewleta dagirker salên dawî pir bi teknîk û hevkariya hin derdoran bawer dike ku ew ê bighêje armancên xwe.

Fermandarê HPG’ê di vî warî de îşaret bi hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk kir û wiha got:

JI FERMANDARÊN HPG’Ê HEQÎ ARMANC:
ÊDÎ AXAFTINA LI SER SIYASETÊN PDK’Ê BÊ WATEYÊ

Êdî axaftina li ser helwesta PDK’ê bê wate ye. Tevgera me demeke dirêje eşkere ragihand ku ew ti carî wê nebe alîgirê şer. Ji destpêkê ve me got, lazime hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Gelê me jî vê yekê dixwaze.

Lê me dît ku li hemberî bangên me, PDK’ê dest bi amadekariyên şer kir. Hêzên xwe şandin herêmê gerîlla. Baregehên nû ava kirin. Rê li pêşiya gerîllayên me digrin.

Herî dawî beriya çend rojan li herêma Amediyê kemîn danîn pêşiya komeke gerîllayên me.

Tişta îro PDK’ê dike, tenê xizmetkariya dijminê gelê Kurd e. Daxwazên dewleta qirkirin bicih tîne. Divê gelê me vê rastiyê zanibe, hêzên têne herêma gerîlla bi alên PDK’ê tevdigerin.

Me heta niha li hemberî wan sebir nîşan da, lê her tişt sînorê xwe heye. Êdî em rê nedin provokasyonan. Mesele li Heftenînê hevl xwestin li girê Xantûrê bi ser dijmin ve biçin. PDK’ê yekser agahî dan artêşa Tirk. Dema heval paşde zîvirîn, hêzên PDK’ê li wan dan.

Ne tenê ev bûyer, hêzên PDK’ê li herêmê her cihê gerîllayên me nîşanî dijmin didin. Li ser van agahiyan artêşa Tirk jî deverên gerîlla bombardiman dike.

Fermandarê HPG’ê têkildarî nasnameya kesê di êrişa dawî li Amediyê de hate kuştin jî ev agahiyên balkêş da:

Ew kesê mirî, endameke kontra bû. Berê ji nava gerîlla reviya bû. Mît’a Tirk ew perwerde kir. Paşê li ser navê “Pêşmergeyê Roj” li dijî me hate bikaranîn.

Vê gavê di nava wan hêzên nêzî herêmên me bicih bûne, bi sedan endamên Mît’a Tirk hene.

Ev kes li ser navê PDK’ê tevdigerin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv